Rojnamegerên li Rojava di bin êrişan de rastiyan radigihînin
Jinên rojnameger ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, hewl didin kiryarên li dijî jinan li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de tên kirin, ji cîhanê re ragihînin.
ŞÊRÎN MUHEMED
Qamişlo- Jinên rojnameger ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di bin mercên zehmet de peywirên girîng bi cih tînin. Rojnameger tevî êrişên dewleta Tirk jî li her derê ne, ne tenê ji bo jinên li herêmê ji bo hemû jinên cîhanê bûne çavkaniya îlhamê.
Rojnamegerên ku di JIN TV’yê de dixebitin, ji bo bûyerên li herêmê diqewimin ragihînin û rastiyan belge bikin, di nava hewldanên mezin de ne. Herî dawî di 23’yê Tebaxa 2023’yan de wesayîdên xebatkarên JIN TV’yê hatibûn hedefgirtin, xebatkarê JIN TV’yê Necmedîn Feysel El Hac Sînan jiyana xwe ji dest dabû, nûçegihan Delîla Egîd birîndar bûbû.
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan re, em bi rojnamegerên li JIN TV’yê dixebitin re li ser binpêkirinan axivîn.
‘Ji bo hemû jinan bû mînak’
Pêşkêşvana bernameyan a JIN TV’yê de Agirî Îbrahîm, diyar kir ku rola medyayê di teşwîqkirin û ragihandina rastiyan ji cîhanê re girîng e û wiha domand: “Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, jinan bend û astengiyên ku civak li pêş wan derdixe şikandin. Ya herî girîng di serî de perwerde, jinan di her warî de asta xwe îsbat kirin. Di ragihandin û nîşandana destkeftiyên şoreşa jinan de, medyayê roleke mezin lîst û ji bo hemû jinan bû mînak." Agirî Îbrahîm, diyar kir ku beriya şoreşê destûr nedihat dayîn ku jin di warê medyayê de çalak bin û gotin ku bi şoreşê re guherînek çêbûye. Agirî Îbrahim, xebata jinan a di medyayê de ji aliyê destkeftiyan ve weke gaveke mezin pênase kir.
‘Em li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî şîdetê sekinîn’
Agirî Îbrahîm, li ser rola medyayê ya di têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan de jî wiha got: “Bi nûçeyên xwe, ji bo dawî li şîdetê were em dixebitin. Di nûçe û bernameyên xwe de em li ser rêbazên têkoşîna bi şîdeta li hemberî jinan re disekinin. Li ser wê bingehê em di warê mafên wan û têkoşînê de agahdar dikin. Em di her warî de vê hişmendiyê ava dikin.”
‘Me dengê hemû jinên li Rojava gihîştand cîhanê’
Agirî Îbrahîm got ku ew bi gelek saziyên weke Mala Jin, Kongra Star û gelek saziyên ku di warê perwerdebûna jinan de pispor bûne re xebitîne, li ser zehmetiyên di dema xebatan de wiha got:
"Li pêşiya xebatên çapemeniya azad gelek astengî hene. Rojnameger ji aliyekî ve bi civakê re, ji aliyekî ve jî bi welatên kapîtalîst re rûbirû bûn. Hinek kesan digotin ku divê jin di vê qadê de nexebitin. Tevî kêmasiya tecrubeyên li pêşberîbûna kamerayan, pêşkêşkirina nûçeyan jî; me dengê jinên li Rojava gihîştand cîhanê. Welatên kapîtalîst ên dijminên demokrastî û mafên jinan jî êrişan kirin. Tirkiye, herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hedef digre. Li herêma Kurdistanê jî bi dehan kes tên girtin. Rojnameger weke li Îranê, li vê derê jî tên girtin. Tevî van hemû pêkanînan jî em ê lêgerîn û nîvîsandina rastiyan bidomînin.”
‘Peywira me ew e em dengê jinan bidin bihîstin’
Ji pêşkêşvanên JIN TV’yê Samia Kurdî jî bal kişand ku rola medyayê di gihîştandina dengê civakan û zêdekirina hişyariyê de girîng e û diyar kir ku di warê têkoşîna bi şîdeta li hemberî jinan de xwedî roleke mezin e. Samia Kurdî wiha got: "Vegotina şîdetê û awayên wê bi serê xwe karekî zor e lê tevî vê jî medya vê yekê her dem dike. Nezanîna jinan a di warê mafên wan de gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne. Weke nûçegihan, pêşkêşvanên bernameyan û pisporên medyayê ji aliyekî ve me hewl da em jinan şiyar bikin, ji aliyekî ve jî me bihîstina dengê wan ji bo xwe peywir dît."
‘Li dijî jinan sûc tên kirin’
Samia Kurdî bal kişand ser zehmetiyên ji bo hiştîştina herêmên di bin dagirkeriyê û ragihandina di warê sûcên li dijî jinan tên kirin de û wiha bi dawî kir: “Li herêmên ku ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve hatine dagirkirin de em dizanin çi diqewime. Li dijî jinan sûc tên kirin. Her roj bi dehan jin tên revandin, qetilkirin. Weke rojnameger, ji bo mercên giran û binpêkirinên li dijî jinan bi dawî bibin, em hewl didin li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi gelek rê û rêbazan bûyerên diqewimin ji raya giştî ya herêmî û cîhanê re radigihînin.”