Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê didomin

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê bênavber berdewam dikin. Hat diyarkirin ku ji destpêka şerê li Zîvala Xezayê ku 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve berdewam dike heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 43 hezar û 603 kesan.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Îsraîlê êrişên xwe li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bênavber didomînin. Ji ber êrişan li bakurê Xezayê bi sedan sîvîl neçarî koçberiyê hatin.

Hêzên Parastina Sîvîl a li Xezayê dan xuyakirin ku di êrişên Îsraîlê yên hewayî li Zîvala Xezayê de di nava 24 saetên dawî de 14 kesan jiyan xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku hezên Îsraîlê li navçeya Beyt Hanûnê ya bakurê Zîvala Xezayê bi topbaranê dibistanek ku 130 malbatan xwe lê bi cih kiribûn dorpêç kirine.

Gelek mal hatin hedefgirtin

Hat ragihandin ku duh hêzên Îsraîlê li kolana Celîlê ya bakurê Zîvala Xezayê malek hedef girtine û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku di hedefgirtina maleke li navçeya Beyt Hanûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Îsraîlê li kampa Nuseyrat a li bakur rojavayê Zîvala Xezayê malek topbaran kir û di encama topbaranê de 8 sîvîl birîndar bûn, gelek kes jî di bin xirbeyan de man û winda bûne.

Ji destpêka şerê li Zîvala Xezayê ku 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve berdewam dike heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 43 hezar û 603 kesan û zêdetirî 102 hezar û 929 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê bi hezaran kes di bin xirbeyan de û li kêleka riyan mane. Hat diyarkirin ku ji ber topbarana hêzên Îsraîlê hêzên parastina sîvîl nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.