‘Dewleta Tirk hewil dide DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike’

Endama Buroya Têkiliyan ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Asya El Xerbî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û teqez kir ku dewleta Tirk hewil dide ewlehî û aramiyê têk bibe û ji nû ve DAIŞê zindî bike.

YUSRA EL EHMED

Reqa – Dewleta Tirk bi riya êrişên xwe yên leşkerî li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewil dide çareseriyekê kirîza Sûriyeyê asteng bike, her wiha rewşa heyî ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê bikar bîne.

Endama Buroya Têkiliyan Encumena Jinên Sûriyeyê Asya El Xerbî Der barê êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê nirxand û got: “Ji dema pergala netewa demokratîk hatiye sepandin, dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser heremê didomîne. Êrişên dewleta Tirk li dijî binesaziya herêmê û zeviyên petrolê hewildana lawazkirina aliyê aborî li herêmê ye û derxistina astengiyan e, her wiha armanc ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê ye."

‘Dewleta Tirk a dagirker piştgirê yekem ê DAIŞ’ê ye’

Asya El Xerbî di destpêka axaftina xwe de behsa armanca pergala netewa demokratîk kir û got: “Pergala netewa demokratîk hewil dide yekîtiya Sûriyê pêk bîne û aloziyan bidawî bike ji ber wê ev êriş di çarçoveya hewildana dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re pêk tên. Eger em di navbera siyaseta DAIŞ’ê û siyaseta çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî de hevrûkirinekê çêkin em ê bibînin ku mîna hev in. Di encam de dewleta Tirk a dagirker piştgirê yekem ê DAIŞ’ê ye. Ji ber di siyaseta xwe de mîna hev in. Hedefgirtina navendên ewlehî û leşkerî yên parastina herêmê di çarçoveya têkbirina ewlehî û aramiya herêmê de tên kirin û ev yek dê rê ji DAIŞ’ê re bê vekirin."

‘Civaka navneteweyî rola temaşevan dilîze’

Asya El Xerbî bêdengiya navneteweyî jî nirxand û wiha got: "Ji dema krîza Sûriyê destpê kir, civaka navneteweyî rola temaşevan dilîze. Ev yek rê li ber dewleta Tirk a dagirker vedike ji bo dagirkeriya xwe pêk bîne û destwerdana dewletên derve jî di karûbarên Sûriyê de çêbibe."

‘Em ê teslîmî êrişan nebin’

Asya El Xerbî wiha gotinê xwe domand: “Ji dema damezrandina Meclisa jinên Sûriyeyê em kar li ser yekkirina refan û enerjiya jinên Sûriyê dikin ji bo em berxwedaneke jinan hevbeş ji hemû jinên Sûriyê re çêkin. Em ê li hember êrişan teslîm nebin û em ê berxwedana xwe zêdetir bikin. Em ê bibin eniya hundir ji bo parastina xaka xwe. Em weke jinên li ser erdnîgariya Sûriyeyê em ê xwe bikin yek û em ê nehêlin dijmin were ser xaka me."

‘Em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin’

Asya El Xerbî wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Divê hemû welatî û jinên azadiya xwe bidest xistine di aliyê siyaseta dewleta Tirk a dagirker de hişyar bin. Ji bo bi hemû îradeya xwe li dijî van êrişan bisekinin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin divê em bibin yek dest. Divê civaka navneteweyî û aliyên têkildar bi rengekî cidî erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku êrişên xwe yên li ser  herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne."