'Bi Operasyona Ewlehiya Domdar re lêgerîna li jinên Êzidî didome'
Rêvebera Kampa Holê Cîhan Henan da zanîn ku di Operasyona 'Ewlehiya Domdar' de, yekem car e sicîlên niştecihan tê girtin û lêgerîna li jinên Êzidî didome.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar a ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û bi beşdarbûna YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş, di 6’ê Mijdarê de dest pê kiribû, di roja xwe ya 7’an de didome.
Li gorî rêveberiya kampa Holê, 39 hezar û 899 kes ku di nav de malbatên DAIŞ’î jî hene li kampê dimînin. Ji roja yekem a rêveçûna operasyonê, sicilên niştecihan ji nû ve tên girtin. Heya niha bi dehan jinên Êzidî yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi Fermana 74’an ku çeteyên DAIŞ’ê birin ser Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin li Kampa Holê hatin rizgarkirin. Li gel berdewamkirina Operasyona Ewlehiya Domdar lêgerînên ji bo dîtina jinên Êzidî jî didome.
Têkildarî mijarê rêvebera kampa Holê Cîhan Henan ji ajansa me re axivî.
Sedema girtina sîcîlên niştecihên kampa Holê
Cîhan Henan di destpêkê de bal kişand ser rêveçûna operasyonê û li kêleka wê girtina sicîlên niştecihan û wiha got: "Ya girîng di vê operasyonê de ew e ku em sicîlên niştecihên kampê bigrin, da ku were zanîn rasterast çend kes li ser rûyê erdê hene. Her wiha were zelalkirin ku her kes çend nav û sicîlên xwe rast dane. Bêguman girtina sicîlan dikeve xizmeta vegera wan a ber bi welatê wan ve jî ji lewre pir girîng e ku nasname û warê van niştecihan were zanîn, ji ber beşek jê dema ku derbasî kampê bûne sicîlên xwe ne rast dane û yên ku sîcîla wan a malbatî û nasnameya wan a kesayetî tune ye hene. Ji lewre girtina sîcîlan xwe dispêre vê yekê ku çiqas kes ji çend nasnameyan li vê kampê hene. Bêguman divê planeke vegerê ya van hemwelatiyan hebe bi riya Rêveberiya Xweser û welatên ku hemwelatiyên wan li vir in."
Çima pêwîstî hat dîtin ku sîcîl were girtin?
Cîhan Henan da zanîn ku yekem car e sicîl bi awayekî ku hemû hûrgulî û agahiyan digrin nava xwe tên girtin û wiha pêl da gotinên xwe: "Li kêleka operasyona Ewlehiya Domdar, ev yekem car e em bi vî awayî fêz bi fêz sîcîlan digrin. Ji ber gelek welat tên hemwelatiyên xwe ji me dixwazin lê ji ber ev malbat dema ku hatine kampê navê xwe û navê dewleta xwe ne rast dane, ev dibe pirsgirêk ji lewre pêwîstiyek hebû ku em sîcîlan bi awayekî wiha giştî bigrin. Ev wê bihêle ku em navê rast û dewleta wan kesan bizanibin."
'Lêgerîna li jinên Êzidî didome'
Cîhan Henan bal kişand ser xaleke gelek girîng di girtina sîcîlan de û wiha got: "Di vir de jî lêgerîna me ya li jinên Êzidî didome. Berê jinên ku nasnameya wan tunebû, me bi wan re nîqaş dikir û wiha li xwe mikur dihatin ku Êzidî ne lê niha di van sîcîlan de jî wê xuya bike ku Êzidî hene yan na. Bi van operasyonan bêtir em dikarin li jinên Êzidî bigerin ji lewra lêgerîn didome."
'Bi pirskirin û paşguhkirinê nabe divê barê li ser milên Rêveberiya Xweser sivik bibe'
Cîhan Henan bang li welatên ku hemwelatiyên wan li kampa Holê ne kir û got ku ew ê wan vegerînin welatê wan û got: "Divê ku koçberên ji Sûriyeyê careke din vegerin bajarên xwe, da ku ev pirsgirêka kesên Sûriyeyê yên li vir jî çareser bibe. Hemû welat û dewletan divê werin hemwelatiyên xwe bigrin. Erkê herî giran ku divê hemû welat di nav de cih bigrin û rol bilîzin, bi pirskirinê tenê çareser nabe û ev bar tenê Rêveberiya Xweser radike. Welatên ku hemwelatiyên xwe nagirin, piştgiriyê jî nadin û ev êdî di dema dawiyê de hatiye paşguhkirin û xizmeteke baş ji kampê re nayê pêşkêşkirin."
'Bernameyek ji bo guhertina hişmendiya tundrewiyê tune ye'
Cîhan Henan di dawiyê de wiha got: "Kampa Holê xeter e û hê jî di xeterê de ye. Ji ber ku tu bernameyên hişmendiya tundrew a niştecihan biguherîne tune ye. Hişmendî li derve çawa bû niha jî bi vî awayî ye. Divê ku gaveke cidî ji bo çareseriya pirsgirêka vê kampê ji hêla welat û civaka navdewletî ve were avêtin."