Rojnameger Remziye Temel li ser Dayika Aştiyê Şefîka Kandar nivîsî

Rojnameger Remziye Temel a li Amedê hat girtin, ji bo serpêhatiyên dayika xwe Şefîka Kandar a ku bi wê re di girtîgehê de mabû agahdar bike, nameyek nivîsand.

Navenda Nûçeyan - Rojnameger Remziye Temel ku bi 15 hevalên xwe re li Amedê hat binçavkirin, ji bianetê re nameyek nivîsand. Name di beşa "Rojnamegerên hundir dinivîsin" de hat weşandin. Remziye Temel çîroka 6 salan a Dayika Aştiyê Şefîka Kandar a 63 salî ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Amedê bi wê re di heman qawîşê de derbas bû, parve kir.

Nameya rojnameger Remziye Temel a girtî wiha ye:

 “Min xwest ez çîroka kurt û ewqas jî zehmet a 6 salan a dayikeke li Girtîgeha Jinan a Amedê ya tê ragirtin binivîsim. Navê dayikê Şefîka Kandar e. 63 salî ye û dayika sê zarokan e. Dayê Şefîka xwendin û nivîsandinê nizane.

Dayê Şefika vedibêje: "Ez di Kanûna 2016'an de di saetên sibehê de ji mala li Rihayê hatim binçavkirin. Hinceta binçavkirina xwe nizanibûm. Min ji polîsên ku min girtin pirsî, lê wan jî gotin ku em nizanin. Ez birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê û 22 rojan dibin çavan de hatim hiştin. Min heta 22 rojan nîzanîm ji ber hatime binçavkirim. Helbet min her car got ku ez bi neheqî û bêhiqûqî hatim girtin. Piştî 22 roj min derxistin pêşiya dadgehê û bi îdiaya 'endama rêxistinê' hatim girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê ya Rihayê.

Ji bo dayikekê Girtîgeh pir zehmet û xerab e. Ji bo kesên ku wek min temen mezin j3i hin zêdetir zehmetir e. Di girtîgehê de roj derbas nabe, dem disekine. Ez salekê di girtîgehê de mam. Di dawiya salekê de, dadgehê bi darizandina bêgirtî biryara berdanê da. Ez çar salan li derve mam. Dadgeha duyemîn bû û di dadgeha duyemîn de jî 7 sal û 6 meh ceza hat dayîn. Cezayê min yekser hat erêkirin. Min got ez nikarîm di vî temenî de bikevim girtîgehê. Min biryar da ku ez derkevim derveyî welat.

Li sînorê hat girtin

Dema ku di Hezîrana 2021’an de min hewl da derbase sînorê Yewnanîstanê bibin, bi kurê xwe re hatim girtin. Leşkerên Yewnanîstanê em girtinn û bi muameleyên dijmirovahî me binçav kirin. Her tiştên ku li ser min û li ser kurê min hebûn, pere, çente, zînet girtin û cilên li ser me derxistin. Li ser me tenê atlet û cilê binî ma. Ez bimirim jî ez vê zilmê ji bîr nakim. Ez nikarim ji we re vebêjim ka ji bo dayikekî li berçavê zaroka xwe tazî bûyin çiqas zehmet e. Min û kurê min li kelekek siwar kirin, şandin Tirkiyeyê û radestî Tirkiyeyê kirin.

Dema em hatin Tirkiyeyê em birin Midûriyeta Polîsan a Edîrneyê û em hatin binçav kirin. Piştî em rojekê di bin çavan de man, me derxistin pêşberî dadgehê û kurê min hat berdan. Ez jî hatim girtin û birin Girtîgeha Edîrneyê. Ji ber ku ez li ser sînorê Yewnanîstanê pir meşiyam û ji ber nexweşiyên min ên kronîk hene, nexweş ketim û ji ber platîniya di piyê min a çepê diêşe û xwîn jê dihat. Tevî ku gelek caran got jî dermanên min nehat dayîn û min nebirin nexweşxaneyê. Ez 44 rojan li Girtîgeha Edîrneyê mam. Ez 44 rojan di nav girtiyên FETO’yê de mam.

22 rojan di hucreyê de ma

Piştî 44 rojan min birin Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê. Dema min birin Gebzeyê, ez 22 rojan ji ber hincêta karantînayê di hucreya yek kesî de mam. Ji bo min ne 22 roj, 22 sal bû. Ji bo kesekî temena min bi tenê mayîn pir zehmet e. Hûn hîs dikin ku dem rawestiyaye. Di hucreyê de dem derbas nedibû. Min tenê bixwendina Quran û nimêj  kirine derbas dikir. Piştî 22 rojan min birin qawîşekê ku 13 kesan lê dima. Min piştî di mehekê de cara ewil gelek kes bi hev re didîtin û pir kêfxweş bûm. Ez mîna zarokekî nû nûve dayik bûyî bûm. Heyecan û kêyfxweşiya zarokekî di min de hebû. Hevalên li qawîşê min pir xweş û bi rûyekî rûken pêşwazî kirin. Hemûyan pir ji min hez dikirin û min wek dayika xwe dihesibandin.

Min zehmetî kişand. Min nedikarî xwarinên girtîgehê bixwim û hişê min her tim li ser zarokên min bû. Ji ber vê pirsgirêkên psîkolojîk çêbûn û ez çûm bijîşk. Derman dan min, niha jî derman bikartînim.

Sûcê min daxwazkirina aştiyê ye

Ji ber ku malbata min û zarokên min li Rihayê bûn û ji ber zehmetiyên aborî nekarîbûn pir zêde werin hevdîtina min. Ez jî ji bo na wan, ji bo sewqê min were kirin, ev pêvajoya salekî ku ez mam her meh birêkûpêk daxwazname dinivîsiyam. Di dawiya salekê de bersîv ji bo daxwazên min hatin û min sewqî Girtîgeha Jinan ya Amedê kirin. Ez ji bo min bînin Amedê, ji bo 3 leşker û bilêta xwe ya balafirê 7 hezar TL da. Yekane sûcê min 'Dayika Aştiyê' bûn û daxwaza min a aştiyê ye. Bi hezaran mirov wek min bi awayekî bêheq û nehiqûqî girtîne. Ez du sal û mehekî girtî me û hêj sê salên min maye.

Dê daxwaza aştiyê bidome

Dayê Şefîka pir bi hêz û bi ken e. Kesê ku ez jê hêz digre me. Ew mîna dayikek li ser serê me û  xwedî li me derdikeve. Ji bo dayikeke 63 salî şert û mercên girtîgehê gelek zehmet e. Ji bo dayika Şefîka jî wisa dibe. Lê dayîk bikaranîna dema xwe baş dike. Rûtînên wê yên rojane hene: Xwendina Quranê, nimêj kirin û guhdarîkirina muzîkê. Em jî carna ji bo dayikê çîrokên bi kurdî dixwînin û hewl didin ku piçekî be jî bibe dinav wê çîrokê de me.

Dayê Şefîka pir bi hêz û bi têkoşîne. Rojên wiha dijwar li pey xwe hiştiye û ji rûyê xwe yê rûken tiştek winda nekiriye. Tinên ziman ku dê her tim aştiyê biparêze û aştiyê bixwaze.”