Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 356

Hat ragihandin ku li Zivala Xezayê ku artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve 203 roj in êrîşên xwe didomîne hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 356.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê hejmara êrîşên Îsraîlê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir ve bênavber êrîşên xwe yên li dijî Zivala Xezayê didomîne û hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawîn de 1 Filistînî jiyana xwe ji dest daye û 75 Filistînî jî birîndar bûne. Li gor daxuyaniyê hejmara kesên ku di êrîşên ku Îsraîlê 203 roj in li ser Zivala Xezayê  pêk anîn de jiyana xwe ji dest dan bûye 34 hezar û 356 û hejmara birîndaran jî bûye 77 hezar û 368.

Her wiha hate gotin ku di bin xirbeyan û li kêleka rê de cenaze hene, lê ji ber astengiya leşkerên Îsraîlê, tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.