TAJÊ li cihê ku jin hatibûn hepiskirin daxuyanî da

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û bi dehan jin li cihê ku di fermanê de wek zindana jin dihat bikaranîn daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava deh salan de têkoşînekî bi hêz hatiye meşandin.

Şengal-Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) bi tevlibûna bidehan jinan li navçeya Tilezêra Şengalê ji bo bi bîr anîna şehîdên fermana 74’an, li cihê ku di dema fermanê de ji aliyê çeteyan ve wek zindana jinan dihat bikaranîn, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê berdevka TAJÊ Riham Hico ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de fermana 74’an bi nefret û hêrsekî mezin hat şermezarkirin û wiha hat gotin: Fermana 74’ê ya 03.08.2014’an li hemberî civaka me pêk hat sala xwe ya 10’emîn tije dike. Di serî de em şehîdên 74 fermanan bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Di şexsê Dayê Gulê, Dayê Erzan û Cîlan de tevahî jin û zarokên Êzidxanê yên ku bi awayekî hovane li ser destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilkirin, bi bîr tînin. Dîsa di şexsê Şêx Xêriyê û Şêx Xidir de tevahî miletê me yê ku bi rengekî pir hovane hatin qetilkirin û hîn jî di gorên komî de têne ragirtin li ber wan rêz û hûrmeta xwe tînin ziman. Û em dibêjin wê tu carî ne fermana 74’an û ne jî fermanên beriya wê bi civaka me dane jiyan kirin, ji bîr nekin.

Milîtanên heqîqetê, şervanên Rêber Apo yên ku di oxira parastin û xilaskirina jin û civaka me de, bi ked, îrade, fedekarî û ruhê fedaiyane li ser xaka qedîm û pîroz a Êzidxanê li ber xwe dan û gihîştin şehadetê, di şexsê rêheval Bêrîvan Gulçîn, Nujîn, Hêlîn, Egîd, Dilşêr, Mam Zekî, Seîd, Dijwar û Zerdeşt bi rêzdarî û heskirin bi bîr tînin. Ji bo azadkirina jinên esîr û yên winda, soza tolhildanê ya ku me dabû em dubare dikin. Li hemberî vê heqîqeta mezin a şehîdan em, soz û biryardariya xwe bi boneya 10’emîn sala fermanê carekî din bi bilindkirina têkoşîna azadiyê dubare dikin.

Ev cihê ku em lê daxuyanî didin weke malekê tê naskirin lê DAIŞ’ê ev xanî di dema fermanê de wekî hepiskirina jin, zarok û qetilkirina miletê me şixûlandiye. Bi sedan însanên me û bi taybetî jin tî, birçî û bi rojan li vir hatine dîlgirtin. Ji bo wê, em wekî tevgera jin li ber vê xaniyê ku cihê xwe di wijdanê civaka me de çêkirî daxuyaniyê didin. Em îro li cihê ku wan xwest hebûna me, çand û baweriya me tune bikin salvegera 10’emîn a fermanê bi bîr tînin, soza mezinkirina têkoşînê û tolhilanînê didin tevahî jin û civaka xwe. Ev daxuyaniya me bang e û qêrîna bi hezaran jin û miletê me yê şehîd bûyî ye. Ev banga hesap xwestinekî dîrokî ye. 

Encama îxaneta ku li Şengalê hat kirin

Tê zanîn em wekî civak, çand û bawerî di dîroka gelê Kurdistanê û tevahî civakên Rojhilata Navîn de, bi bawerî, çand, jiyan, dîrok, ziman, nasname û hebûna xwe xwedî dîrokekî herî kevnar a mirovahiyê, heta roja îro daye jiyan kirine. Weke baweriya Êzidî tu carî xizmet ji desthilatdaran re nekiriye û nebûne alîgirê neheqî û zilmkaran. Her tim rêya rast û heqîqetê ji xwe re hilbijartî û li beramberî tarîtiyê û li dijî neheqiyê serî hildayê. Ji ber xwedî vê taybetmendî û baweriyê bûn, ji bo desthilatdaran û bi taybet dewleta Tirk a qirker her tim wekî civaka herî metirsîdar hatin dîtin. Ji ber wê di dîrokê de tiştên hatin gotin û nivîsandin me 74 ferman jiyan kirin û bi sedan fermanê nehatin nivsandin jî hebûn. 

Fermana herî dawî di çerxa 21’emîn de di serdema ku bi navê Aşitî, Azadî, Wekhevî û gelek navên qelew û qure li xwe dike me jiyan kir. Di wexteke wisa de me ev ferman jiyan kir ku dinya ewqasî pêşketibû. Lê li ber çavê wan fermaneke ewqas hovane me jiyan kir. Di 03.08.2014’an de li Şengalê 12 hezar pêşmergeyên PDK û 6 hezar hêzên parastina hundir û derve yên girêdayî Iraqê hebûn.

Bi sebeba xiyanet û şirîkatiya raydarên pêşmerge û rêvberiya PDK û xemsariya Iraqê, 360  hezar mirovên me neçar man ji Şengalê koçber bibin.

-3504jin, 2869 mêr ketin destê DAIŞ’ê û li bazaran jin hatin firotin û tecawizkirin. Li Şengalê 80 gorên komî, bi dehan jî yên yek kes hene. Qube û cihê me yên pîroz hatin ruxandin. Dijminê me li hev kiribûn ku me tune bikin. Lê şagirtên Rêber APO ev hesabê wan ên şaş vala derxist. Em li vir carekî din bi boneya salvegera fermanê spasiya xwe ji jinên têkoşer ên YJA-STAR, HPG- YPG-YPJ re dikin. Ji ber ku dema tevahî dinyayê em bi tenê hiştin van parêzvanên mirovahiyê her tişt dan ber çavê xwe û bi hawara me ve hatin.

Me êdî zincîra koletiyê di hiş û dilê xwe de şikand

Bi fikir û felsefeya Rêber Apo civaka Êzidî xwe rêxistin kir hêzên xwe parastinê ava kir xwe ji xweliya fermanê ava kirin. Hemû plan pûç kirin. Bi taybet weke jina Êzidî ev 10 sal in em li ser piyane û li ber xwe didin. Ji bo carekî din ferman neyê serê me em xwe perwerde dikin, xwe bi rêxistin dikin û yekitiya xwe ava dikin. Bersiva rast a fermanê ew e xwe zanekirin û perwerde kirin.

Di nava deh salan de me têkoşînekî bi hêz da meşandin. Me êdî zincîrên koletiyê û bîra tirsê di hiş û dilê xwe de şikandin. Êdî dengê me li dinyayê deng vedaye. Em êdî ji qîrkirinê şerm nakin, em ji bo mafê xwe û xweseriya xwe li her derê diqîrin. 

Em bang li gelê xwe dikin ku vegerin ser cih û warên xwe

Ev jenosayda me jiyan kir ji aliyê gelek welatan ve hate qebûlkirin ev baş e  lê ev qebûlkirin tenê li ser kaxizan ma. Ji ber rojane civaka me rastî êrîşên dewleta Tirk û planên şerê taybet tên. Dîsa heta niha hikûmeta navendî ya Iraqê ev ferman wek rojevekî esasî negirt dest û ferman qebûl nekiriye.   

 Li ser vî bingehî em di salvegera 10’emîn ya fermanê de bang li hemû welatan û bi taybet dewleta Iraqê dikin komkujiya li ser jin û civaka me hatiye kirin wekî qirkirin nas bikin. Ev erk û berpirsyariya we ya wijdanî û exlaqî ye. Em bang li hemû jin û gelê xwe yê li her çar parçên Kurdisatanê dikin di sala 10’emîn de bi yek helwest, bi ruhekî hevgirtî li hemberî xeteriyên îro li ser Kurdistanê heyî li ber xwe bidin, nirx û destkeftiyên têkoşîna azadiyê biparêzin. Pêwîst e em li hemberî xiyaneta mala Barzanî û PDK dike teşîr bikin û li dijî bisekinin.    

Em bang li hemû jin û civaka me yê di kampan de dimîne dikin ku ji aliyê PDK’ê ve dîl hatine girtin, vegerin ser cih û warê xwe. Dîsa em bang li tevahî jin û gelên berxwedêr dikin li hember destdirêjiya li ser gelan û pîvanên yên çandî, exlaqî bibin xwedî helwest.  Ev serdem, serdema gelên azadîxwez û jina azad e. Li ser vê bingehê em carek din fermana 74’an ya li ser jin û civaka me pêşxistin, bi hêrsekî tolhildanî şermezar dikin. Soza me da ye şehîdan û jinên dîl girtî û tevahî gelê xwe dubare nû dikin.”

Xebatê me yê îsal di bin dirûşmeya ‘Bi Jiyan Azadî bi têkoşîna jin em ê tola fermana 74 fermanan hilînin’ her wiha di çarçoveya kampanyaya ku me di 8’ê Adarê de bi dirûşmeya ‘ Li dijî qirkirina jin bibe dengê xwearastinê’ xebat û çalakiyên îsal bidin meşandin.

Plansazî;

Ji bo tevahî şehîdên jin ê 74 fermana di şexsê Dayê Gulê, Dayê Erzan û Cîlan de em ê bîranîn lidarxin,

Ji bo xwedî derketina tevahî şehîdên 74 fermana serdana bîra Elo Enter were kirin

Ji bo bîranîna şehîdên fermanê li du cihan serpêhatî, çîrok û pêşengeha wêneyan were danîn

Platform û bernameyên taybet werin lidarxistin.

 Ji nirxandina pêvajoya deh salên fermanê, pêşxistina hişmendiya xweparastinê û rêya çareseriya demokratîk wê konferansek werê lidarxistin.

Hemû biryar û plansaziya ku rêveberiya xweser li dar bixe, em ê wekî TAJÊ bi rolekî peşeng beşdar bibin. Li ser bingeha em di sala dehemîn de rastiya fermanê di wijdanê mirovahiyê de bihêlin hesab bixwazin.“