Parêzeran, dijî tecrîda li Îmraliyê daxwaza lêkolîna di cih de kirin

18 parêzeran, ji bo ku tecrîda li Îmraliyê “di cih de bê lêkolînkirin” serî li Baroya Semsûrê da.

Navenda Nûçeyan- 18 parêzerên ku li Baroya Semsûrê qeydkirî ne, di pêşengtiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 40 meh in agahî jê nayê wergirtin serî li baroyê dan.

Yusuf Ozperçîn ê OHD’ê li ber avahiya baroyê daxuyanî da, bi bîr xist ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê tên ragirtin agahî nayê wergirtin.

Yusuf Ozperçîn, bal kişand ser wê yekê ku xebatên pîşeyî yên parêzeran bi awayekî dij hiqûqî hatine astengkirin û wiha got: “Di 22’ê Çileya 2024’an de serî li Wezareta Dadê hatibû dayîn ku li girtîgehê di cih de lêkolînek bê kirin, rewşa girtinê ya bi fikar bi dawî bibe û bêyî tu sînordayînek hebe hevdîtina bi parêzeran re pêk were. Lê wezaretê hêj ji serlêdanê re bersiveke erênî nedaye.” Di daxwaznameya serlêdanê de hate diyarkirin ku divê baro li dijî vê bikevin nava tevgerê.

Daxwaza lêkolîna di cih de

Parêzeran piştî daxuyaniyê daxwazname dan Baroya Semsûrê. Di daxwaznameyê de bal kişandin ser çalakiya ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dane destpêkirin. Di daxwaznameyê de hate destnîşan kirin ku bersiv nedayîna serlêdanên li dijî tecrîdê tên kirin li dijî hiqûqê ye. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku cezayên dîsiplînê yên ji girtiyan re hatine dayîn derveyî hiqûqê ne û dan zanîn ku rayedar sûcên binpêkirina qedexeya îşkenceyê dikin. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku baro biçe girtîgehê û di cih de lêkolînê bike.