Li Morîtanyayê keştî noq bû: 89 penaberan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku serê vê hefteyê li Morîtanyayê keştiya masîgiran a ku penaber tê de bûn binav bû, di encamê de 89 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku 72 kesên din ên di keştiyê de winda ne.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rayedarên Morîtanyayê, ji ber binavbûna keştiya ku penaber tê de bûn, herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Medyaya dewletê ya Morîtanyayê û rayedarekî xwecihî ragihandin ku di keştiya ku di destpêka vê hefteyê de li peravên Morîtanyayê binav bû, penaberên hewl didan biçin Ewrupayê hebûn. Herwiha, li gorî nûçeya The Guardian, keştiyek masîgir a kevneşopî ya mezin roja Duşemê 1’ê Tîrmehê li Okyanûsa Atlantîk bi qasî 2,5 mîl a deryayî dûrî bajarê Ndiago yê li başûrê rojavayê welêt binav bû. Ewlehiya Peravê ya Morîtanyayê piştî bûyerê gihişt cenazeyê 89 kesên di keştiyê de bûn.

Li gorî şahidan, keştî ji sînorê Senegal-Gambiyayê bi rê ket û tê de 170 rêwî hebûn. Tê texmînkirin ku 72 kesên di keştiyê de hîn jî winda ne.

Daneyên saziya sivîl Caminando Fronteras ku navenda wê Spanya ye, nîşan dide ku hejmara penaberên ku di 5 mehên destpêkê yên îsal de dema hewl didan xwe bigihînin Spanyayê jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 5 hezarî ye.