Roja 527’emîn: Ev nobet wêneya edaleta li Tirkiyê ye

Desteya Kordînasyona Bajêr a TMOOB’a Rihayê piştgirî da Nobeta Edaletê ya ku malbata Şenyaşar 527 rojin didomîne. Malbata Şenyaşar bi gotina , “Ev nobet wêneya edaleta li Tirkiyeyê” diyar kir ku li dijî zilma berdewam dike îtîraz dikin.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 527’emîn.

Dayîk û kurê wê ji ber axaftina telefonê ya bi Fadil Şenyaşar ê ku di qawişê de tenê tê ragirtin hinek derengtir ji mala xwe ya Pirsûsê derketin û hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Polîs ji 8’ê Tebaxê heta niha nahêlin malbat di têketina edliyeyê de li ber siyê bisekine. Dayik û kurê wê nobeta xwe di “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” de bi Desteya Kordînasyonê ya Bajêr (ÎKK) a TMOOB’ê re da destpêkirin. 

“Em li dijî vê zilma berdewam dike îtîraz dikin”

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin kir: “ Nobeta me ya Edaletê roja 527’an de ye. Em bi #Urfa TMMOB’ê re digrin. Ev nobet wêneya edaleta li Tirkiyeyê. Em li dijî vê zilma berdewam dike #itirazediyoruz.”