Roja 470’an: Em kesên ku li ser "maf" sond dixwin vedixwînin edaletê

Malbata Şenyaşar ku 470 roj in têkoşîna xwe ya edaletê bê navber didomîne wiha got: “Êşa bêedaletî û zilmê yên ku herî zêde rastî hatine dizanin!”, rayedarên ku ji bo "Maf" sond dixwin vedixwînin wijdan û edaletê."

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 470’emîn de didome. Dayik û kurê wê di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin.

Dayik û kurê wê ku li qada weke “Quncika edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin, pankarta “Bavek û 2 kurên xwe di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li pêş çavên her kesekî hatin qetilkirin. Dayik, ji bo kurê xwe yê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û zarokên xwe yên hatine qetilkirin li ber deriyê edliyeyê tê sekinandin. Edalet ji bo her kesî” daleqandin, derheqê têkoşîna xwe ya edaletê de agahî didin ji bo welatî û parêzerên rêya wan bi edliyeyê ketine.

“Bêedaletî yên ku herî zêde rastî hatine dizanin!"

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyamkirin kir: “Êşa bêedaletî û zilmê yên ku herî zêde rastî hatine dizanin! Li dijî gotinê; em ji bo ku tu kes 'bêedaletî û zilmê' jiyan neke, tam 470 roj in li ber edliyeyê li bendê ne. Em ji vir rayedarên ku ji bo "MAF" sond dixwin vedixwînin wijdan û edaletê.