Ji bo bidawîkirina parçebûnê li Xezayê rûniştina guftûgoyê hat lidar xist

Navenda Masarat a li Xezayê ji bo bidawîkirina parçebûnê û pêk anîna ewlehî û aştiyê, bi armanca xwe gihandina kîtleyek femînîst rûniştinekê guftûgoyê lidar xist.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Navenda Xebatê Stratejîk û Lêkolînên Polîtîka ya Filistinê (Masarat), bi hevkariya Weqfa Aştî ya Marti Ahtisaari û Jinên Netewên Yekbûyî yên li Filistinê, li ser bingehê projeya “Piştevaniya Guftûgoya Femînîst a li Filistinê” bi beşdarbûna 41 femînistan derbarê mijarê diyalogê yên di nav femînîstên li Filistinê de rûniştina guftûgoyê lidar xist.

Di rûniştina ku duho hat lidarxistin de Muşavira Hiquqê Samia Al-Ghussein axifî û wiha got: “Jinên li Filistinê rastî astengî û zehmetiyan tên. Ji ber ku pergalekê me yê siyasî nîne jin ji ber parçebûna navxweyî gelek êş kişandin. Pêk anîna hilbijartina gişî û rola danasîna têgihên hemwelatî û demokrasiyê ji bo pêşketina jinan xalên girîng e.” Her wiha Samia Al-Ghussein destnîşan kir ku ji bo pêşxistina têgihên hemwelatîbûnê û bibandorkirina rol û beşdarbûna jinan a siyasetê girîng e ku nêzîkatiyên dijberiya li hemberî jinan bê şikandin.

“Jinên Fîlîstînî li dijî parçebûnê têdikoşin”

Dîrektora Îcrayê ya Weqfa Miftah Tahrir Al-Araj da zanîn ku jinên Fîlîstînî ji bo belavkirina edalet, aşitî û ewlehiyê li dijî dagirkeriya Îsraîlê û parçebûnê têdikoşin.

Alîkarê Cigira Sekeretiya Giştî ya Yekîtiya Demokratîk a Fîlîstînê (FIDA) jî wiha got: “Jin parçeyek jêneveger a neteweyî ne û hêj bi gelek zor û astengiyan re rû bi rû ne. Gelek caran astengiya herî mezin avakirin e. Civakek demokratîk na, lê dagirkerî û binpêkirinên li dijî gel rewşa heyî hêj xirabtir dike. Ji ber vê yekê em ji bo bidawîkirina tunekirina hebûnê û parçebûnê û ji bo pêkanîna yekîtiya netewî dest bi merheleyek din dikin.”

Seroka Komaleya Çalakiya Jinan a ji bo Rehabîlîtasyona Jin û Zarokan Huda Alyan jî wiha bilêv kir: “Jinên Filistînî weke encamekê cidî ya pirsgirêkên ku civakê û tevahî beşê civakê bandor dike, bûne qûrbanên herî mezin ên parçebûnê.”

Bijîjk Maryam Abu Daqqa jî di guftûgoyê de wiha got: “Jinên Filistinê rûxmê ku di nav civakê de rastî zehmetiyan tên, nîşaneyek erenî û bibandor in û rola xwe ya di nav biryargirtin û beşdarbûna siyasî de îspat kirine. Her wiha jin ji bo pêkanîn edaleta civakî, wekhevî, azadiya welat û bidawîkirina parçebûnê têdikoşin.”