Danişîna doza rojnameger Berîtan Canozer hat taloqkirin
Danişîna doza rojnameger Berîtan Canozer a ku bi îdiaya “bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" dihat darizandin, taloqê 13'ê cotmehê hat kirin.
Amed - Der barê rojnameger Berîtan Canozer de bi îdiaya “bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" doz hat vekirin. 2'yemîn danişîna dozê di 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rojnameger Berîtan Canozer tevlî danişînê nebû.
Ji ber ku şandeya dadgehê guherî naveroka dosyayê carek din hat xwendin. Parêzerê Berîtanê Resul Temur daxwaza temakkirina kêmasiyan kir û xwest doz bê taloqkirin.
Şandeya dadgehê, danişîna doza rojnameger Berîtan taloqê 13'ê cotmehê kir.