RJAK: Teror û reşkujî nikare îradeya azadîxwazan bişkîne
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê li dijî qetilkirina têkoşer û endama Encûmena Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistanê daxuyaniyek da.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê li dijî qetilkirina dîroknas, coxrafyanas, helbestvan têkoşer û endama Encûmena Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistanê Suhêl Xûrşîd ku bi nasnavê mamoste Şemal e daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Qetilkirina mamoste Şemal nîşan dide ku hişmendiya faşîst a dewleta Tirk û nokerên wê yên navxweyî çawa li hemberî berxwedan û têkoşîna gelê me bêçare ye û bi tirsonekî êrîş dike. Dijmin û noker jî baş dizanin ku ew ê bi reşkujî û qetilkirinan nikarin vîna azadîxwazan bişkîne, xelkê Germiyanê ku ji reşkujiyên Enfalê re şahidî kiriye, yê ku ji bo demeke kurt jî be mamoste Şemal nas kiribe dizane di asteke bilind de rih û hişmendiya wî bi hestyarî û hişyariya welatparêziyê tije bû. Ew pêşengekî kedkarê xeta têkoşînê bû. Wî nîşan da ku bêbawerî, bêhêvîtî, reva ji welat û dijîxwebûn tenê çarenûs nîn e, belkî divê israra têkoşînê, berxwedan, avakirina jiyana azad, rêzdar û bi rûmet bibe armanca her yek ji me. Mamoste Şemal bi kiryar, hizr û gotinên xwe îsbat kir ku çiqas alîgir û pêkanerê rihê neteweya demokratîk û bi hev re jiyana gelan e lewre ew kirin hedef. Dijmin her dem hewl daye di navbera gelan de nakokiyan çêbikin, şer gur bikin û li ser wan nakokiyan temenê xwe dirêj bikin û ji ber wê azadîxwazan dikin armanc. Em wele RJAK soz didin ku xewn û hêviyên mamosta Şemal ku gihîştina azadî, demokrasî û edaletê bû pêk bînin.”