Elîzêta Kînda xelata Baştirîn Polîsa UN'ê ya 2022'an girt

Polîs Elîzêta Kînda xelata Baştirîn Polîsa Neteweyên Yekbûyî ya sala 2022'an girt.

Navenda Nûçeyan - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku polîs Elîzêta Kînda xelata Baştirîn Polîsa Neteweyên Yekbûyî ya sala 2022'an girtiye.

Elîzêta Kînda dê sibê 31'ê Tebaxê, bi helkefta lûtkeya sêyem a serkirdeyên polîsên Neteweyên Yekbûyî ku dê ji 31'ê Tebaxê heta 1'ê Îlonê li baregeha Neteweyên Yekbûyî were lidarxistin, xelata Baştirîn Polîsa Neteweyên Yekbûyî ya sala 2022'an bigire.