'Rêxistinên alîkariyê li gorî polîtîkaya welatên xwe tevdigerin'

Endama Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinên Mirovî Xedîce Asim rewşa koçberên Serêkaniyê yên li navçe û gundewarên Til Temirê dijîn, asta eleqedarbûna rêxistinên mirovî bi wan re nirxand û da zanîn ku rêxistinên alîkariyê li gorî polîtîkayên welatê xwe tevdigerin, êş û daxwazên koçberan jî paşguh dikin.

 
SORGUL şÊXO
Hesekê-Dewleta tirk a dagirker di 9'ê Cotmeha 2019'an de, dest bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Bi hezaran şênî ji Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûn. Koçberan herêmên bi ewle weke Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê û Qamişlo hilbijartin. Niha zêdetirî 4 hezar koçber ji jin, zarok, ciwan û kal û pîran li dibistan, gundên aşûriyan û Çiyayê Kizwanan ên navçeya Til Temira Kantona Hesekê bicih bûne. Şêniyên neçarî koçberiyê bûn, gotina wan a destpêkê ew e ku ew ne alîkariyê, ew axa xwe dixwazin. 
Der barê rewşa herî dawî ya koçberan de, heya kîjan astê rêxistinên mirovî yên navdewletî, herêmî û xwecihî alîkariyê didin koçberan, Endama Nivîsgeha Karûbarên rêxinstinên mirovî Xedîce Asim nirxandin kir û ji me re parve kir. 
'Aşûriyan di gundên xwe de koçberên Serêkaniyê hembêz kirin'
Xedîce wiha reşwa koçberan anî ziman: "Piştî dagirkirina Serêkaniyê û gundewarên wê, şêniyên resen ên wê herêmê neçarî koçberiyê bûn. Koçberan berê xwe dan navçeya Til Temirê, gelê Til Temirê bi hemû neteweyên xwe ew hembêz kirin, ji ber ew jî êşa koçberiyê jiyane. Di heman wextê de jî beşeke pir mezin ji koçberan di gundên aşûriyan de bi cih bûn. Aşûriyên gundên wan di sala 2015'an de ji ber êrîşa DAIŞ'ê vala bûn, koçberên Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê hembêz kirin. Aşûriyên ku êşa koçberiyê jiyabûn, nexwestin koçberên Serêkaniyê wê yekê bijîn."
'Ev 8 meh in rêxistinên mirovî serî li koçberan neda ye'
Xedîce destnîşan kir ku ev 8 meh in rêxistinên mirovî serî li koçberan neda ye û wiha domand: "Koçber in, her çiqasî alîkarî were dayin jî nikare êşa dagirkirina axa wan bide jibîrkirin. Lê ev nêzî 8 meh in, ji bilî 4 rêxistinên mirovî serî li koçberan û daxwazên wan nedaye. Hinek rêxistin tenê tiştên xwarinê didin û dirêj nake, her malbatek pêwîstiya wê her 10 rojan carekê bi van tiştan heye lê rêxistin di mehê de carekê tenê pêdiviyan dide û ev yek zehmetiyan bi xwe re tîne. Ji lewre divê rêxistinên mirovî her di nav koçberan de bin, ji pirsgirêkên wan agahdar bin û bibin bersiv. Ji ber koçber tu karên bike tune ye, ji lewre divê daxwazên wan pêk bînin û bi erkê xwe ve rabin." 
“Niha 4 rêxistin aktîf in lê têrê nake”
Xedîce bal kişand ser projeyên koçberan û wiha dirêjî da gotina xwe: "Gelek rêxistin hene lê niha tenê yên aktîf 4 rêxistin in û projeyên wan ji 6 mehan heya salekê dirêj dike. Rêxistina Solidarites international navdewletî ye, beriya 6 mehan nêzî 280 dolar radestî her malbata koçber kirin, ji bo pêwîstiyên xwe yên zivistanî bikirin. Rêxistina Hêvî û Mercy Corps jî navdewletî ne, alavên paqijiyê li koçberan belav dikin. Rêxistina Hîlal El-Erebî El-Sûrî jî rêxistineke Herêmî ye, her du ango sê meh alîkariyê û tiştên xwarinê didin koçberan. Her wiha rêxistina Copa rêxistineke xwecihî ye û gorî projeyên xwe jî bi erkê xwe ve radibe. Projeya wê ya vê salê jî ew e heya salekê bêqutbûn av ê li koçberan belav bike. Lê ev alîkarî têra koçberan nake û pêwîstiyên wan bi cih nayîne. Divê rêxistinên navdewletî bikevin tevgerê, ji ber hejmara koçberan pir e."
'Sozên bê pratîk '
Xedîce behsa projeyên hinek rêxistinên ji bo zarokan ji rewşa şer derkevin kir û wiha pêde çû: "Rêxistinên weke Înqaz El-Tifil, Buhar û Mêrsîkol ji bo zarokên di dema şer de psîkolojiya wan zirar dîtiye û dixwazin biguherin bi proje ne. Înqaz El-Tifil hemleya têgihîştinê dabûn destpêkirin, zarokan li ser çawaniya dûrketina ji deverên şer, guhertina psîkolojiya wan û çawaniya parastina xwe ji vîrûsa Covid 19 perwerde dikin. Koçber tevli hemleyên wan dibûn û têgihîştinek li cem wan çêdibû. Lê projeyên wan ên taybet der barê jin û zarokan de tune ye. Der barê zarokên ku dixwazin bixwînin û cih tune ye, me pêşniyarên xwe pêşkêş dikir lê rêxistinan soz dan û pêk neanîn."
Pêwîstiyên alîkariya mirovên di xeta agir de
Xedîce di pêşveçûna gotina xwe de rewşa sivîlên di xeta agir de bi lêv kir û ev tişt got: "Çawa koçber pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, di heman wextê de jî sivîlên di xeta agir de jî wiha ye. Ger ew rêxistin dirûşma wan alîkariya mirovan in, wê demê çima sivîlên di xeta agir de paşguh dikin. Gelek caran ji ber gundên wan ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin, rê tên girtin û nikarin xwe bigihîjînin bajar. Ji lewre pêwîstiya wan jî bi alîkariyê heye. Bi qasî rêxistinên mirovî berjewendiyên welatê xwe diparêzin û pêk tînin, bi erkên xwe yên mirovî ranabin. Di karên mirovî de sînor û qanûn tune ne, ger mirovek pêwîstiya wê/î bi alîkariyê hebe divê li ku derê be jî xwe bigihînin wan û destek bidin. Îro li tevahî Sûriyeyê şer û pevçûn heye. Xeta agir jî berfireh e, ji xeta Serêkaniyê-Til Temir, Heleb-Til Temir, Til Temir-Zirgan û rêya M4 û bi dehan gundên din jî hene û pêwîstiyên wan bi alîkariyê heye."
“Divê dewleta tirk ji bajarên dagirkirî derkeve”
Xedîce bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: "Divê rêxistinên mirovî  xwedî helwest bin, da koçber bi rehetî vegerin ser axa xwe û jiyana xwe dîsa bidomînin. Pêwîst e zextê li dewleta tirk bikin da ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê derkeve. Ji ber heya dagirker li ser axa wan bin, wê vegera wan tune be û pirsgirêkên wan bi dawî nebin."