Rêveberiya Xweser Cejna Ekîto ya Suryanî weke betlane ragihand

Ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi boneya cejna Ekîto, roja 31’ê Adarê weke betlaneya fermî hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarek da û bi boneya cejna Ekîto 31’ê Adarê weke roja betlaneyê ragihand. Di 31’ê Adarê de dê tevahî saziyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk girtî bin. Saziyên pêwîstiyên wan bi karên rojane hene jî di biryarê de cih nagirin.

Banga tevlibûna pîrozbahiyan

Partiya Demokratîk a Asûrî, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Partiya Yekitiya Suryan jî banga tevlibûna pîrozbahiyên cejna Ekîto kir ku dê 1’ê Nîsanê dê werin lidarxistin. Pîrozbahiyên Ekîto, li gundê Girê Şêran ê Tirbespiyê, saet 11.00, li bajarê Hesekê û gundê Til Werdiyat ê navçeya Til Temirê, saet 12.00 û li gundê Hikmiye yê Dêrikê, saet 14.00’an de dê were lidarxistin.