Namzedên pêşhilbijartinên jin yên hevşaredariya bajarê Qamişlo eşkere bû

Kongra Star encamê pêşhilbijartinên jin yên namzedê hevşaredariya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Namzedên jin yên hevşaredariya bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer hat hilbijartin.

Qamişlo- Kongra Star encamê pêşhilbijartinên namzedê hevşaredariya bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Kongra Star ya bajarê Qamişlo Hindirîn Xelîl  hat xwendin wiha bû: ’’Weke ku tê zanîn îro  namzetên pêşhilbijartinên jin yên hevşaredariya bajarê Qamişlo bûn. di 27’ê Nîsanê de  ji seat 9:00’an de dest pê kirin û di heman rojê de jî seat 18:00’an de, bi encam bû. Namzetên me bi rengekî demokratîk dewam kir û bi coş û moralên hemû pêkhateyên me hat qedandin, şoreşa jin wê her berdewam bike ku jin parastina xwe bike, mafê xwe bixwaze. Encama giştî ya namzetên pêşhilbijartina bajarê Qamişlo 1550 denge.

Li gor pêşhilbijartinên Kongra Star yê di 27’ê Nîsanê hat kirin. Namzedên jin yên hevşaredariya bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer e.

Daxuyanî bi dirûşmeya ’’Jin Jiyan azadî’’ bi dawî bû.