Nûçegihan Esra Solîn Dal rastî lêgerîna tazî hat

Nûçegihana ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hat girtin, li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hat.

Navenda Nûçeyan - Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal ku di 23'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hat binçavkirin, duh bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. 

 Esra Solîn Dal, li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hat. Dal wê bi rêya parêzerên xwe giliyê rêveberiya girtîgehê bike.