Rejîma Îranê li Mahabatê jinek Kurd girt

Rêxistina Mafê Mirovan ragihand ku jina Kurd ya bi navê Gelawêj Mihemedî Erşed ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û şandin girtîgehê.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafê Mirovan ragihand ku jina Kurd ya bi navê Gelawêj Mihemedî Erşed (46) ya xelkê bajarê Mahabadê, ji aliyê şaxa Ceza ya li Mahabadê ve hatiye bangkirin û piştî binçavkirinê veguhestina girtîgeha Urmiyeyê.

Hate gotin ku Gelawêj Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreş ya Mahabadê ve, bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’, 4 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Hêjayî gotinê ye di 15’ê Tebaxa 2024’an de Gelawêj dema ji cihê xwe ya kar vedigeriya malê, li taxa Bax Şeygan ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin, piştî çar rojan bi kefalet hatibû berdan.