Ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin: Dengê xwe bilind bikin

Çar rêxistinên Kurdan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bang li rêxistin, çalakvan û azadîxwazan kirin ku parastinê li mafên girtiyên siyasî bikin û li dijî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî hatine birîn, dengê xwe bilind biki

Navenda Nûçeyan – Sendîkaya Karkerên Neyşekerî ya Heft Tepe, Gruba Yekitiya Xanenişînan, Komîteya Hewahengî ya ji bo alîkarî û pêkanîna rêxistina karkeran û Karkerên Xanenişîn ên Xuzistanê di derbarê erêkirina cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî ya ji aliyê dadgeha Îranê ve daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniya hevbeş de hat xwestin ku divê niha ji her demê zêdetir dengê li dijî cezayên darvekirinê were bilind kirin û parastinê li mafên kesên bêsûc bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Pexşan Ezîzî bi jêhatina xwe ya mirovî bi dilek tije heskirin xizmetê ji jin, zarok û mexdûrên şerê DAIŞ’ê re kiriye û wiha dom kir: “Lê Îran bi rêya cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî dixwaze gelê Kurd biçûk bixe. Piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ êrişên desthilatê li ser jinan û çalakvanan zêde bûne. Sedema van êrişan jî ewe ku keç û jinên Kurd li dijî zilm û bêdadiyê rabûne.”

Di dawiya daxuyaniya hevbeş de daxwaz ji rêxistin, çalakvan û azadîxwazan hat kirin ku parastinê li mafên girtiyên siyasî bikin û li di jî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî hatine birîn, dengê xwe bilind bikin.