Mamosteyên ji Rojhilat: Divê cezayê darvekirinê demildest were xirakirin

Eniya Yekgirtuya Kurd û Encûmena Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî dan û diyarkirin ku divê cezayê darvekirinê demildest were xirakirin.

Navenda Nûçeyan – Nerazîbûn û protestoyên li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê li ser girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî her ku diçe zêde dibe. Eniya Yekgirtu ya Kurd ku li Rojhilatê Kurdistanê xebat dide meşandin û li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî de daxuyanî da.

‘Em daxwaz dikin ku ev ceza demildest were xirakirin’

Di daxuyaniya Eniya Yekgirtûya Kurd de ev tişt hate gotin: “Em wek Eniya Yekgirtuya Kurd hevsoziya xwe li gel binemala Pexşan Ezîzî tînin ziman. Daxwaz ji rejîma Îranê û berpirsên peywendîdar dikîn cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî û hemû dosyayên din ên darvekirinê ji nûve di ber çavan re derbas bike. Em daxwaza xirakirina cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî dikîn û divê cezayê darvekirinê were hilweşandin. Bi van cezayên giran û nedadperwerî ti pirsgirêkek çareser nabe, berovajî rewşê aloztir dike, nerazîbûnan zêdetir dike û civak jî pê hestiyartir dibe.”

Encûmena Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê di divê çarçoveyê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mafê jiyanê mafê herî bingehîn ê mirovan e û wiha gotin: “Ji bona wê nabe mafê Pexşan Ezîzî ji ber berjewendiyên siyasî û komî yan jî ji ber her behaneyek din jê were standin. Di cîhana me ya îro de cûdahiya fikir û siyasî hatiye qebûlkirin û nabe ti kesek ji ber derbirîna fikir, bawerî, siyasî û civakîbûna xwe bikeve bin zextan.”

Belgeyên ji bo parastinê hatin pêşkêşkirin hat redkirin

Hêjayî bi bîrxistinê ye roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyarkir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.