‘Rêber Apo bi felsefeya xwe rê li azadiya jinan vekir’
Cîgira Meclîsa Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Şêrîn Hesen bal kişand ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li azadiya jinan vekiriye ûgot ku wê bi têkoşîna jinan, azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bibe.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Li bajarê Qamişloyê, jin roj bi roj dilsoziya xwe ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji nû ve piştrast dikin, Jin vê daxwazê ne tenê siyasî her wiha wekî îfadeya îradeya jiyana azad a ku ew bawer dike, dibînin. Jinên Qamişloyê diyar kirin ku azadiya Abdullah Ocalan bingeha azadiya jinan û civakê ye, tecrîda berdewam a li ser wî, berdewama hewldanên tepeserkirina îdealên wekhevî û rizgariyê ye. Jinan dan zanîn ku bi hezaran jinan îlham girtine ku serî hildin û li ber xwe bidin. Bi çalakî û helwestên xwe, jin dilsoziya xwe ya bi nêzîkatî û felsefeya Abdullah Ocalan re nû dikin. Felsefeya ku di civakê de jinan kiriye navenda guhertin û veguherînê.
Cîgira Meclîsa Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Şêrîn Hesen têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.
Şêrîn Hesen diyar kir ku ev 27 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan di zîndana Îmraliyê de ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rêber Apo bi komployek navnetewî di sala 1999’an de hat girtin û heta îro Rêber Apo di zîndanê de ye. Her û her tecrîda li ser Rêber Apo girantir dikin. Armanca wan ku Rêber Apo ji gel dûr bixin. Keda Rêber Apo di Rojava de pir mezin e. Rêber Apo bi fikir, nêrîn û komxebatên ku ji bo gel lidar dixist, bi gel ve hat girêdan. Ev girêdanek bîrdozî, hezkirin û rohanî ye.”
‘Dilsoziya gel nehişt ku komplo bighê armanca xwe’
Şêrîn Hesen da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe hebûna Kurdan derxistiye holê û wiha got: “Beriya ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin holê, em wekî gelê Kurd nasname û hebûna me tunebû. Dewletên ku Kurdistanê dagirker kirin, bi siysetên xwe dixwestin ku me ji ziman, çand û dîroka me qut bikin û xwestin kurdan qir bikin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe darên ku hişk bûne av da û ev dar şîn bûn. Girêdana gel bi Rêber Apo re nehişt ku komploya navnetewî bighîje armanca xwe.”
‘Rêber Apo sîstema di Zîndana Îmraliyê de hilweşand’
Şêrîn Hesen destnîşan kir ku azadî bi civakê ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Rêber Apo dibêje projeya min nîvco maye wê jin projeya min temam bikin. Rêber Apo bi fikrên xwe azad e. Rêber Apo zîndana Îmraliyê kir cihekî ji fêrkirina azadiyê re û jinek azad ku çawa rola xwe di civakê de bilîze. Rêber Apo ji bo xwe tiştek nekir. Taybetmendiyên Rêber Apo ji bo her tişt ji bo vî gelî kir, fikrên xwe bi giştî diyarî vî gelî kir, ji bo ku civakê rake ser piya, ji bo ku dîroka Kurd û Kurdistan were naskirin. Rêber Apo ruxmî ku ev 27 sal in di zîndana Îmraliyê de ye, sîstema zindina Îmraliyê, kesên ku ji bo civakê xebat dikin û kesên siyasetmedar in wan dixistin zindana Îmraliyê ku wan tune bikin. Lê Rêber Apo ji ber ku dîrok û pêşerojê rast dinirxîne, sîstema di hundirê Îmraliyê de hilweşand.”
Şêrîn Hesen anî ziman ku hewl didin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fîzîkî Azad bikin û wiha got: “Rêber Apo jinek azad li kêleka mêrekî Azad ava kir, da ku bi hev re civakê bi rê ve bibin. Gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derdikevin qadan û bang dikin ku bê Rêber Apo jiyan nabe. Rêber Apo rojane dixebite, ji bo pirsgirêkên vî gelî çareser bike, ku çawa gel xwe birêxistin bike û her wiha canê civaka xwezayî carek dinê vegerîne. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe pirsgirêkên cîhanê bi tevahî çareser dike. Rêber Apo projeya wê ji bo ku netewa demokratîk ava bike, ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê hemû rengan di nav xwe de hembêz dike.”
‘Dewleta Tirk hê gav neavêtiye’
Şêrîn Hesen bi bîr xist ku di 27’Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kiriye û wiha got: “PKK tekoşîneke zêdetirî 50 salî kiriye. Kurd hatin asta hebûnê û îsbat kirin. Pirsgirêkên Kurdan ne tenê di hundirê Kurdistanê de man, li cîhanê bi tevahî nîqaş dikin ku çawa pirsgirêkên Kurdan çareser bikin. Li ser bingeha ku despêkek bi aştî destpê bikin Rêber Apo bang kir ku PKK xwe fesih bike. Lê dewletaTirkiyeyê hîn tu gavên cidî navêtine. Em wekî gel têdikoşin ku em bibin yek û pirsgirêkan çareser bikin, wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi têkoşîna jinan mîsoger bibe.”