Piştî gereke diyarker Kêko Fujîmorî bû seroka Perûyê

Kêko Fujîmorî piştî gera duyem bû seroka Perûyê. Kêko bi ferqeke biçûk li pêş hevrika xwe Roberto Sanchez ma, da ku dest bi heyama serokatiyê ya ku heta sala 2031’ê dirêj dike bike. Seroka nû tekez kir ku welat dikeve qonaxeke nû.

Navenda Nûçeyan — Piştî serkeftina Kêko Fujîmorî di hilbijartinên serokatiya Perûyê de, sozên ji bo reform û aramiyê ketin rojeva sereke ya siyaseta welat. Seroka nû ya hilbijartî aşkere kir ku ew ê ji bo xurtkirina saziyan, vegerandina aramiyê û şerê li dijî tawanên organîze bixebite.

Lijneya Neteweyî ya Hilbijartinan a Perûyê îro, serkeftina Kêko Fujîmorî di gera duyem a hilbijartinên serokatiyê de ragihand. Fujîmorî ku ji sedî  50.135’ê dengan bi dest xist û bi ferqeke pir kêm li pêş hevrikê xwe yê çepgir Roberto Sanchez ma ku wî jî ji sedî 49.865’ê dengan girtine. Sanchez anî ziman ku ew ê bi fermî îtîrazê li encaman bike.

Kêko Fujîmorî amadehiyê dike ku di 28’ê vê de wekî cîgira Serokê Demkî Josê Marîa Balcazar dest bi wezîfeya xwe bike ku ev heyama serokatiyê dê heta sala 2031’ê berdewam bike.

Qonaxeke nû

Seroka nû ya hilbijartî di daxuyaniya xwe ya yekem de diyar kir ku welat dikeve “qonaxeke nû” ya ku xwe dispêre diyalog û berpirsiyariyê û sond xwar ku dê aramiyê vegerîne û li dijî tawanên organîze têkoşînê bide meşandin.

Kêko Fujîmorî kî ye?

Kêko Fujîmorî ya 51 salî, keça serokê Alberto Fujîmorî yê ye, ku di navbera salên 1990 û 2000’î de welat birêve dibir û jiyana xwe ji dest daye. Alberto Fujîmorî di sala 2009’an de bi tohmetên gendelî û tawanên di dema kampanyaya li dijî serhildêrên Maoîst de hatibû mehkûmkirin, tevî ku ji ber serkeftina xwe ya di sekinandina enflasyonê de di dema desthilatdariya xwe de, hê jî xwedî alîgirekî zêde û navûdengekî berfireh bû.