Qedexeya telefonê li ser Werîşe Muradî hat danîn
Hat ragihandin ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya li Girtîgeha Evînê, bi hinceta ku wê dirûşmeyên protestokirina cezayên darvekirinê qîr kiriye, mafê wê yê telefonê hatiye redkirin.
Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a HRANA ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî, ku li Girtîgeha Evînê ye, ji îro pê ve bikaranîna telefona girtîgehê hatiye qedexekirin.
Çavkaniyek ku ji ajansê re axivî diyar kir ku ev biryar piştî ku Werîşe Muradî li hewşa werzîşê ya girtîgehê dirûşmeyên protestoyê li dijî cezayên mirinê qêriya hatiye dayîn.
Çavkaniyê diyar kir ku ev tedbîr wekî “ceza” tê hesibandin.
Her wiha, hat ragihandin ku berê Werîşe Muradî ji hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re hatibû astengkirin û ev qedexe hîn jî di meriyetê de ye.