Di semînera ‘Zimanê Kurdî’ ya li Silêmaniyê de desteka ji bo Rojava

Li bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna beşek ji rojnamevan û nivîskaran derbarê pirsa zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê de, semînerek bi sernavê ‘Pirsa zimanê Kurdî di navbera maf û rastiya hatî ferzkirin’ de hate dayîn.

Silêmanî- Li salona Kurdistanî Niwê ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi sernavê  ‘Pirsa zimanê Kurdî di navbera maf û rastiya hatî ferzkirin de’, derbarê pirsa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de semînerek ji bo Endama Nûnertiya Kongreya Star Necme Eloş û Endamê Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê Fethullah Hisênî hat organîzekirin. Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

‘Ziman mafekî seretayî ye û divê hebe’

Di semînerê de Endama Nûnertiya Kongreya Star Necme Eloş axivî û got: “Ziman mijarek girîng e û Kurd ji despêka hebûna xwe ve zimanê xwe parastine û zimanê neteweyeke divê bê parastin. Îro hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dixwaze ziman kontrol bike, em jî dixwazin li ser ziman nîqaş neyên kirin, ji ber ziman mafekî seretayiye û divê hebe. Nabe di perwerdeyê de dem ji ziman re bê diyarkirin. Divê li Rojavayê Kurdistanê hemû dibistan bi zimanê Kurdî perwerdê bibînin. Ji ber guhertinên di dema xwendina zimanê Kurdî de hatine kirin, ji sedî 70’yê xwendekaran naçin dibistanan û li dijî biryarê xwepêşandan lidar dixin. Destwerdanên derve li ser Sûriyeyê hene da ku bi zimanê Kurdî neyê xwendin, lê Kurd jî vê yekê qebûl nakin. Hewl tê dayîn ku zanîngehên Kobanê û Qamişlo nemînin. Ger dewleta Sûriyeyê entegrasyona demokratîk dixwaze, nabe bi vî rengî nêzî zanîngehan û xwendina Kurdî bibe.”

‘Divê rêz li demokrasiyê bê girtin’

Fethullah Hisênî bal kişand ser destwerdanên derve yên li ser Sûriyeyê û got: “Gelek destwerdanên derve li ser Sûriyeyê çêdibin. Ev dewlet naxwazin Sûriye bibe xwedî destûreke demokratîk. Divê Sûriyeya nû ji bo hemû pêkhateyan be, divê mafê hemû pêkhateyan bi awayek demokratîk bê dayîn. Çûna Kurdan ji bo Şamê jî di vê çarçoveyê de ye. Sûriye bi vî rengî nayê rêvebirin. Divê rêz li demokrasiyê bê girtin. Kurd di Sûriyeyê de gelekî hatî rêxistinkirî ye, ji ber wê derfetên Kurdan hene, divê ev derfet di destûra Sûriyeyê de bên bicihkirin û qebûlkirin.”

‘Divê zimanê Kurdî li her cihê ku kurd lê hene, bê xwendin’

Endama encûmena PYD’ê li Başûrê Kurdistanê Berîvan Mihemed, got: “Wek nûnerên Rojavayê Kurdistanê, divê em têkoşîna xwe wek sê nûnertiyên xwe berfireh bikin. Armanca me ew e ku em nîşan bidin ka çalakiyên li Rojavayê Kurdistanê çawa ji bo piştgiriya gelê Başûrê Kurdistanê hatine lidarxistin. Em îro piştgiriya xwe ji bo xebatên li ser zimanê Kurdî nîşan didin. Ev semîner îro li ‘Kurdistan New’ ê hat lidarxistin ji bo derbarê fêrbûna zimanê kurdî û piştgirîkirina kurdan de nêrîn bên guhertin e. Armanca me ew e ku em li axa xwe bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û têkiliyê deynin. Lewma em ê rê nedin dagirker destwerdanê di yasa û prensîbên me de bike.”

‘Zimanê Kurdî zimanê me yê dayîkê ye, ji ber wê em piştgiriya Kurdên li Rojava dikin’

Endama Buroya Ragihandin û Hişyariyê ya YNK’ê Tanya Kamal jî wiha got: “Ev çalakî bi taybetî ji bo bilindkirina hişmendiya Kurdan derbarê mafê wan ê bingehîn ango zimanê Kurdî de hate lidarxistin. Kurd demeke dirêj e li Rojavayê Kurdistanê ji bo mafên xwe têdikoşin. Di demek ku hikûmeta Sûriyeyê mafên gelê Kurd binpê kiriye, rê li ber zanîngeh û dibistanan tê girtin. Ji ber vê, em ê îro derbarê hişmendiya welatiyan a li ser zimanê wan ê dayîkê de semîner li dar dixin û mijara hînkirina zimanê kurdî li zanîngeh, dibistan û ofîsên li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dikin. Em, wek Kurdên li her aliyê Kurdistanê, piştgiriya xwe ji bo Kurdên  Rojava nîşan didin.”