Kongra Star: Armancgirtina sembolên jinê, armancgirtina îradeya wê ya azad e

Koordînasyona Kongra Star êrîşên li ser sembolên jinê û nirxên gelê Kurd şermezar kir û hikûmeta Şamê berpirsyar girt.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Kongra Star di daxuyaniyekê de êrîş û provokasyonên ku li bajarê Hesekê pêk hatin û sembolên gelê Kurd û pêşengên jin kirin hedef, şermezar kir. Kongra Star hişyarî da ku hin hêz dixwazin di navbera gelên Kurd û Ereb de fitne û dijminatiyê derxin û hikûmeta Şamê ji pêşîgirtina li van êrîşan û cezakirina kesên têkildar berpirsyar girt.

‘Gelên xwecihî aşîtî û jiyana hevpar dixwazin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku provokasyonên di demên dawî de li Hesekê rû didin, di çarçoveya hewldanên ku dixwazin gelên Kurd û Ereb li hev sor bikin û dijminatiyê di navbera pêkhateyên herêmê de kûr bikin, pêk tên. Her wiha hat gotin ku bi taybetî piştî hatina komên çekdar ên ji Serêkaniyê, Dêrazor û Şedadê, êrîşên li ser nirx, sembol, şehîd û pêşengên jin ên gelê Kurd zêde bûne. Kongra Star diyar kir ku gelên Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên Hesekê bi sedsalan e li ser bingeha rêzgirtina ji nasname, bawerî û nirxên hev bi hev re dijîn. Li gorî daxuyaniyê, gelên xwecihî aşîtî û jiyana hevpar dixwazin, ne şer û dijminatî. Ji ber vê yekê, hewldanên ku dixwazin şerekî di navbera Kurdan û Ereban de derxin, ne îradeya gelan, lê armancên wan hêzên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin, nîşan didin.

Armancgirtina sembolên jinê, armancgirtina îradeya wê ya azad e

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armancgirtina wêneyên pêşengên jin tenê êrîşek li ser nirxên gelê Kurd nîne, di heman demê de nîşana feraseta serdest a mêr û dijminatiya li hemberî jinê ye, ferasetek ku dixwaze têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê, rola wê ya pêşeng a di civakê de û îradeya wê ya serbixwe tepeser bike. Kongra Star bal kişand ser vê yekê ku hezaran şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li dijî rêxistina DAIŞ’ê şer kirine û di têkbirina wê de roleke girîng lîstine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku armancgirtina wêneyên wan pêşengan, yên ku sembola berxwedana li dijî tarîtiya DAIŞ’ê bûn, di bin navê pêvajoya entegrasyonê de, nîşana hewldanên ji bo vejandina heman ferasetê bi awayên cuda ye. Ev yek di heman demê de êrîşeke li ser têkoşîna dîrokî ya gelên herêmê ye ku li dijî teror û tundrewiyê hatiye kirin.

Kongra Star hikûmeta Şamê berpirsyar girt

Kongra Star êrîşên li ser wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nemiran, pêşengên jin û sembolên gelê Kurd, bi tundî şermezar kir. Kongra Gel, hikûmeta demkî berpirsyara rasterast a pêşîgirtina li van êrîşan, mîsogerkirina ewlehî û aramiya li Hesekê û kontrolkirina komên ku dixwazin di navbera pêkhateyan de pevçûnê derxin, girt.

Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Şamê hate kirin ku li hemberî provokasyonên li Taxa Xiwêranê gavên şênber bavêje, kesên ku di van êrîşan de destê wan heye nas bike û ji wan hesab bixwaze. Her wiha hate tekezkirin ku hesabxwestin divê ne tenê di gotinê de bimîne, bi awayekî zelal û pêbawer bê kirin da ku baweriya civakê bê vegerandin û rê li ber dubarebûna van binpêkirinan bê girtin.

Kongra Star diyar kir ku helwesta erênî û avaker a aliyê Kurd ji bo pêvajoya entegrasyonê nayê wateya qebûlkirina nenasîna îradeya gelê Kurd an jî bêdengmayîna li hemberî êrîşên li ser nirx û sembolên wî. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêvajoyeke entegrasyonê ya ku maf û îradeya gelan esas nagire û li hemberî êrîşên li ser nirxên wan bêdeng dimîne, zirarê dide jiyana hevpar. Kongra Star jî tekez kir ku dê têkoşîn û çalakiyên xwe yên demokratîk ji bo parastina maf û îradeya azad a gelê xwe bidomîne.

Banga ji bo helwesteke hevpar li hemberî provokasyonan

Di berdewama daxuyaniya xwe de, Kongra Star bang li hemû jinan, rêxistinên jinan, hêzên demokratîk, gelên Rojava, gelê Kurd û derdorên dost kir. Kongra Star xwest ku li hemberî êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rûmet, nirx û sembolên gelê Kurd dengê xwe bilind bikin û li ser bingeha mafên demokratîk û hiqûqî helwesteke hevpar bigirin.

Kongra Star tekez kir ku dê rê nede hewldanên ku dixwazin di navbera gelên Kurd û Ereb de dijminatiyê biafirînin û herêmê ber bi şerekî mezin ve bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tu kes nikare yekîtiya dîrokî ya gelan, îradeya wan a jiyana hevpar û têkoşîna wan a ji bo azadiyê ji bo berjewendiyên xwe yên tarî bi kar bîne.

Di heman demê de, Kongra Star hikûmeta Şamê berpirsyara pêşîgirtina li hemû provokasyon û êrîşên ku heta niha li Hesekê pêk hatine û yên ku di pêşerojê de dikarin rû bidin, girt. Her wiha bang li saziyên têkildar kir ku lêpirsîneke cidî û zelal li ser van bûyeran bikin, aliyên li pişt wan eşkere bikin û kesên ku di planrêjî û pêkanîna wan de destê wan heye hesabpirsyar bikin.

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwede diyar kir ku parastina nirx û rûmeta gelê Kurd mafekî rewa ye û tu êrîş nikare îradeya gelan a jiyana hevpar û azadiyê bişkîne.