Di êrişa polîsan a li ser meşa li Enqereyê de, 2 rojnameger birîndar bûn
Polîsên ku êrîşê “Meşa Rûmetê” ya li Enqereyê kirin, gelek kes binçav kirin. Rojnameger Emel Vural a ku di dema êrîşê de dîmên dikişand jî ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û rakirin nexweşxaneyê. Rojnameger Asli Alpar jî ji lingên xwe birîndar bû.
Navenda Nûçeyan- Ji ber “Meşa Rûmetê" ya ku hat xwestin li Enqereyê bê lidarxistin, Parka Kuguyê û derdora wê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsên ku êrîş birin ser kesên xwestin li Kolana Kenndyê bimeşin, gelek kes bi erdê ve kaş kirin, piştre destên wan ji paş ve kelebçe kirin û binçav kirin. Polîsên ku kolan girtin, bi gaza îsotan mudaxeleyî çalakgeran kirin.
Rojnameger Emel Vural a ku birîndar bû rakirin nexweşxaneyê
Di êrîşê de polîsan ji nêz ve gaza îsotê avêtin ser çavên nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emel Vuralê. Piştî ku polîsan Emel Vural derb kirin, Emel ji ser hişê xwe çû. Hevpîşeyên Emel Vural ew rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku Emel Vural a li nexweşxaneyê tê dermankirin di serî û bedeba wê de êş heye. Emel Vural piştî dermankirinê dê rapora derbê bigre. Her wiha nûçegihana KaosGL.orgê jî di êrîşa polîsan de ji lingê xwe birîndar bû. Di dema êrîşa polîsan de komek dirûşmên ku LGBTI+yan hedef digre û gotinên nefret hildigre avêtin.
Ji ÎHD’ê daxuyanî: Di bin parastina polîsan de tekbîr anîn
Li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê têkildarî êrîşa polîsan û binçavkirina gelek kesan ya bi derbkirinê, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Nîsan Çira ya li ser navê Endama Komîteya Meşa Rûmetê ya Enqereyê daxuyanî da, wiha got: “Dema ku hevalên me hatin binçavkirin, di bin parastina polîsan de tekbîr anîn. Polîsan êrîşê hevalên me yên parêzer ên ji bo şopandina binçavkirinê çûn nexweşxaneyê kirin. Em tevî van êrîşên polîs û çeteyên faşîst ên îslamî û hewldanên astengkirinê jî gelek caran li kolanan daxuyanî da û kolan bi dirûşmên xwe tijî kir. Em hêza ku êrîşî Meşa Rûmetê kir û hevalên me binçavkirin nas dikin. Em tevî van hemû zext, ferzkirin û biçûkxistinan jî, ji bo jiyana xwe bi awayekî azad bidomînin li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin jî.”