Polîsan êriş bir ser Dayikên Şemiyê: Gelek kes hatin binçavkirin

Polîsan êriş bi ser Dayikên Şemiyê yên ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û bi daxwaza kujer werin cezakirin li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Gelek ji beşdaran hatin binçavkirin.

Stenbol - Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza cezakirina kujerên wan, di hefteya 900’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Zeynel Ozen, Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 

Kolanên derdikevin Cadeya Îstîklalê bi barîkatan hatin girtin

Beriya çalakiyê polîsan bi barîyer û maşîneyên zirxî Cadeya Îstîklalê û Qada Galatasarayê dorpêç kirin. Polîsan ji girseyê re got ew li ser daxwaza Qeymeqamiya Beyoglu ya qedexekirina çalakiyan dê destûrê nedin Dayikên Şemiyê. Girseyê jî diyar kir ku ew ê tevî astengî û qedexeyê jî çalakiya xwe li dar bixin.

Pêşiya girseya ku bi wêneyên xizmên xwe yên winda û kulîlkên di destê wan de heta qadê ji aliyê polîsan ve hat qûtkirin. Di mudaxaleya polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.