Nobeta edaletê di roja 474’emîn de ye

Malbata Şenyaşar a di roja 474’emîn de nobeta edaletê didomîne bi gotina “Dayika Emîne hêj li ber edliyê ye, li benda wê rojê ye ku kurê wê yê bi awayekê neheq girtî ye, bê berdan” daxwaz kir ku beriya betlana edlî ev zilm bi dawî bibe.

Riha – Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî kargeha malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûyî di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Emîne û Ferît Şenyaşar ê ji ber dawiya hefteyê ye Nobeda Edaletê li mala xwe didomînin, ev 474 roj in li hêviya edaletê ne. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal wêneyê dayika Taha Furkan ê dema xwendekarê Dibistana Herbê ya Hewayê bû û di hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê de cezayê muebbetê yê girtîgehê ji bo wî hatibû dayin û çend roj berê tehliye bû, Melek Çetinkaya ya dema hatibû serdana Emineyê, parve kir û got: "Ya ku van herdu dayikana tîne gel hev hestê edaletê ye. Melek Çetinkaya gihişt kurê xwe yê bi neheqî di girtîgehê de bû. Dayika Emîneyê hîn li ber edliyeyê ye. Li hêviya wê rojê ye ku bigihêje kurê xwe yê bi awayekî neheqî di girtîgehê de tê girtin. Vê hevdîtinê zêdetir taloq nekin. Berî betlaneya edlî dest pê bike dawiyê li vê zilmê bînin."