Biryara rakirina mafê kurtajê rastî gelek bertekan hat
Biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê ya ji bo rakirina mafê kurtajê rastî gelek bertekan hat û ev yek weke binpêkirina mafên mirovan hat binavkirin.
Navenda Nûçeyan - Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî qebûl kir ku kurtaj êdî ne mafekî giştî ye. Dadgeha Bilind biryara li ser Destûra Bingehîn a 1973'an betal kir û dewlet êdî dikarin qanûnên xwe derxin.
Piştî biryara Dadgeha Bilind, kurtaj yekser li 13 eyaletan hat qedexekirin. Idaho, North Dakota, Utah, Wyoming, Dakota Başûr, Missouri, Kentucky, Tennessee, Oklahoma, Louisiana, Arkansas, Mississippi û Texas.
Kurtaj li gelek eyaletan hat qedexekirin
Çend demjimêr piştî biryara Dadgeha Bilind, Missouri kurtajê bêyî îstîsna ji bo ducaniya ku ji ber tecawizê pêk tê qedexe kir. Her wiha South Dakota ji bilî rewşên ku jiyana dayikê di xetereyê de be kurtaj qedexe kir.
Li gorî kovara Polotico piştî biryara Dadgeha Bilind jî li 29 eyaletan mafê kurtajê hê tê garantîkirin, ew jî Alaska, California, Colorado, Connecticut, Delaware, District of Columbia, Florida, Hawaii, Illinois, Indiana. Iowa, Kansas, Maine, Maryland, Massachusetts, Minnesota, Montana, Nebraska, Nevada, New Hampshire, New Jersey, New Mexico, New York, Oregon, Pennsylvania, Rhode Island, Vermont, Virginia, Washington.
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan Mîşêl Başîlît biryara Dadgeha Bilind wekî binpêkirina mafên mirovan bi nav kir û teqez kir ku tenduristî û jiyana jinan di bin xeterê de ye.
Ji sedî 45 kurtajên ku tên kirin bi ewle nîn in
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kirin ku ji sedî 45 ji kurtajên li çar aliyên cîhanê ne ewle ne, dibin sedema sereke ya mirina jinan.
Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nansî Bîlûsî got ku Dadgeha Bilind mafên Amerîkiyan tune dike û ewlehî û tenduristiya wan dixe xeterê.
Serokê Amerîkayê Joe Bîden ev biryar weke şaşiyeke trajîk bi nav kir û wiha axivî: "Ev biryar ji bîrdoziyek tundrew derketiye. Ev roj rojeke xemgîn e ji bo dadgeh û welat. Tenduristî û jiyana jinan li vî welatî niha di metirsiyê de ye."
Bi hezaran kesî li ber avahiya Dadgeha Bilind a li navenda bajarê Washingtonê xwepêşandan li dar xistin û biryara dadgehê ya rakirina mafê kurtajê şermezar kirin.