“Pêwîst e em êdî çareseriyek ji dagirkirina Efrînê re bibînin”

Jinên ku beşdarî komxebata Efrînê bûn bal kişandin ser kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê û gotin “Dewleta tirk a dagirker li hemberî hemû pêkhate û herêman siyaseta qirêj dide meşandin.”

Şehba – Duh bi dirûşma “Efrîn di navbera dagirkirina Tirk û berjewendiyên navneneteweyî de ye” li Şehbayê komxebatek li ser Efrînê hat lidarxistin. Di komxebatê de hin xalên girîng ên hatine diyarkirin bal kişandin ser êrîş û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Efrînê. Di xala yekem a komxebata bi navê Efrîn erdîngarî û dîroka Efrînê ji aliyê Endama Meclisa Sûriyeya Demokratîk Mihemden Henan ve hat xwendin piştre Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îham Ahmed bi riya înernetê tevli nîqaşa xala yekem bû û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya dewletan kiryarên dijmirovî li Efrînê dike, di heman demê de ruxmî ku kiryar li pêşiya çavên cîhanê tên kirin jî bêdengiyek heye. Piştre sînevîzyon li ser kiryarên ji destpêka dagirkeriyê ve tên kirin hat pêşandan.

Paşê bi riya skypê Endama zanîngeha Georgetown ya Amarîka Meghan Bodette, Analîzvan û lêkolîner di nakokiyên Navneteweyî de li Amrîkayê soro û Endama Aştiyê û Enstîtuya lêkolîna Rêxistina Mafên Mirovan a zanîngeha Columbiyayê David Phillips a Amarîkayê der barê sûcên dewleta tirk ên li kantona Efrînê tên kirin, nirxandin kirin û analîz û lêkolînên xwe der barê  rewşa Efrînê de kirin.

Endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê Elîf Mihemed û Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir der barê girîngiya komxebatê û nîqaşên germ ên hatine meşandin de ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser kiryarên dewleta Tirk ên li ser Efrînê.

“Mafê dewleta tirk tune ye bikeve xaka Sûriyeyê”

Endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê Elîf Mihemed got: “Li hemberî dagirkeriya tirk me komxebatek girîng li dar xistiye. Di vê komxebatê de em bi beşdarên ji derve hatine re êş û azarên kiryarên li Efrînê tên qewimandin û şewqa vegera gel a ji bo vegera warê zeytûnan parve dikin. Piştî xwendina her xalê nêrînên cur be cur çêdibin û li ser wan nîqaşên çareseriyê tên kirin. Bi riya êrîşên bênavber û kiryarên dijmirovî dewleta tirk bi hevkaran re dixwaze xewna Osmaniyan vejîne. Mafê dewleta tirk di xaka Sûriyeyê de tune ye lê her dem êrîş li ser herêmên Sûriyeyê çêdibin. Di vê komxebatê de kesên hiqûqnas û siyasetmedar amade bûne, bi me re dixwazin kiryarên li Efrînê ji destpêka dagirkeriyê ve ji seranserî cîhanê re bidin ragihandin.”

“Dewleta Tirk a dagirker li hemberî hemû pêkhateyan siyaseta qirêj dimeşîne”

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir diyar kir ku komxebatek di warê koçberiyê de ji bo wan gelek girîng e û wiha domand: “Divê ku hemû dewlet li hemberî kiryaran xwedî maf bin û li dijî kiryarên hov derbikevin. Armanca me bi vê komxebatê ew e ku em kiryarên li kantona Efrînê ji destpêka dagirkerina wê ve tên kirin, ji cîhanê re ragihînin. Komxebat li ser sê beşan tê birêvebirin û tê de nêrînên cur bi cur tên nîqaşkirin. Mêvanên me ji hemû pêkhateyên Ereb, Suryan, Ermen û Kurd beşdar bûne. Bi riya skypê siyasetmedar nêrînên xwe bi me re parve dikin û nîqaş li ser rewşa Efrînê çêdibin. Pêwîst e em êdî çareseriyek ji dagirkirina Efrînê re bibînin ji ber aloziya Sûriyeyê girêdayî Efrînê ye. Nêrînên ku tên parvekirin gelek dewlemend in. Dewleta tirk a dagirker li hemberî hemû pêkhate û herêman siyaseta qirêj dide meşandin ji ber wê em bang li hemû dewletan dikin ku li gor hiqûq û rastiya heyî nêz bibin.”