Komxebata Diyalogê ya Navnetewî ya li ser Efrînê destpê kir
Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî bi dirûşma ‘Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navneteweyî de ye’ li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê destpê kir.
Şehba – Komxebata Diyalogê ya Navenetewî ya li ser Efrînê bi dirûşmeya ‘Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navnetewî de ye’ li Parka Bexwedanê ya li navçeya Fafîn a Şenhbayê destpê kir. Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan, endama rêveber a Meclisa Civaka Ermen a Hesekê Arîv Nersîs Kassabian, edîtorê giştî yê Kovara El-Hîwar Dr.Azad Elî, endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hisên Ezam, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê, Kongra Star, nûnerên MSD, Meclisa Kantona Efrînê, Meclisa Kantona Şehba, Yekitiya Êzidiyan û saziyên din ên sivîl tev li komxebatê bûne.
Forma diyalogê ji sê xalan pêk tê, Efrîn erdîngarî û dîrokî, kiryarên ku ji destpêka dagirkeriyê li Efrînê tên qewimandin û amûrên şer û bidawîkirina dagirkeriyê, piştî xwendina xalan û şîrovekirina ji mêvanan re bi nîqaşan komxebat destpê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina vekirina komxebatê ji aliyê cigera Meclîsa kantona Efrînê Mihemed Remedan ve hate xwendin, paşê bi rêya înternetê Fermandarê giştî ya hêzên Sûriyê Demokratîk Mazlûm Ebdî tevlî komxebatê bû û berxwedana gelê Efrînê li seranserî cîhanê silav kir bi taybet koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin her wiha teqez kir ku rizgarkirina Efrînê û hemû deverên dagirkirî wê serekiya kar û xebatên hêzên Sûriyê Demokratîk be.
Komxebat berdewam dike.