“Li peyî darvekirina Şîrîn Elemhulî bi sedan Şîrîn hatin dinê”
Jinên Rojhilatê Kurdistanê behsa xebat û têkoşîna Şîrîn Elemhulî kirin û dan diyarkirin ku Şîrîn bûye sembola têkoşîna azadiyê û daxwaz kirin ku jin li ser rêya wê bi meşin.
TEWAR PÊNCAWÎNÎ
Silêmanî - Rejîma serdest hertim bi komkojî, kuştin, girtin û darvekirinê hewil daye Kurdên azadîxwaz bêdeng bike. Bi pêşengiya jinan herku diçe dengê azadiyê bilind dibe. Leyla Qasim li Başûr û Şîrîn Elemhulî li Rojhilat li dijî sîtemkariyê dengê têkoşînê bilind kirin. 9’ê Gulanê salvegera darvekirina şoreşger Şîrîn Elemhulî ye, di sala 2006’an li dijî aqlê mêrsalarî û sîstema desthilatdarê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di 9’ê Gulana sala 2010’an de li gel çar hevalên xwe ji aliyê rejîma Îranê ve tên darvekirin.
“Şîrîn Elemhulî îradeya jina Kurde”
Rojnamevan û penabera Rojhilatê Kurdistanê ku niha li Başûrê Kurdistanê dijî Bêrîvan Şahû wiha got: “Sistema Îranê tu caran rê nade gel û rêbazên cûdê têde hebe, hertim daxwaza desthilatê hatiye sepandin û welatek yek al, yek ziman û yek reng dixwaze. Eve jî sedemeke ku mefê netewên din li wêderê were paşxistin, ji ber hemû gelê herêmê ku ev sîsteme ne pejirandin hemû di nava berxwedan û têkoşînê dene. Di roja 9’ê Gulanê de çar têkoşerên gelê Kurd hatin darvekirin. Ev berxwedan bi pêşengtiya Şîrîn ya ji berxwedaniya girtiyên Bakûrê Kurdistanê ya di sala 1980’an de girtiye. Kesayeta Şîrîn Elemhulî cewherê rasteqîna jina Kurd û îradeya jina Kurd li dijî zilm û bê edaletiyê zindî bûye. Heval Şîrîn bû sembol û mînaka jina azad ji bo hemû netewên Îranê û bi taybet ji bo jina Kurd. Divê niha jî îradeya heval Şîrîn ji bo xwe em bikin rêya xebat û têkoşînê, ji ber wan ji bo maf û azadiya netew û bi taybeta jinên li girtîgehê çok bi dewleta Îranê daye danîn.”
“Divê em bi rêbaza Şîrîn Elemhurî têkoşînê bikin”
Hemwelatiya Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Fatma Seqiz jî Şîrîn Elemhulî bi bîr anî û got: “Şîrîn Elemhulî bû sembolek ji bo jinên Rojhilat da ku bikarin berxwedanê bikin. Em jî divê bi rêbaza Şîrîn Elemhulî xebat û têkoşînê bikin, heval Şîrîn bi têkoşîna ji Maku heta Kirmanşan, ji Bukan heta Mihabad heta Saqiz û Bana bû sembola têkoşîna jinê. Di rojek weke îro de Şîrîn hate darvekirin û bi hezaran Şîrin ji dayîk bûn û daxwaza min ji jinan ewe ku di rêya Şîrînê de heta serkeftinê bi meşin.”