Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
Parlamenter Pervîn Buldan têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re axivî û got: “Moralê wî xweş bû. MHP jî di nav de, xwest em bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin û nêzikatî û daxwazên xwe jê re ragihînin.”
Navenda Nûçeyan - Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, duh li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da û peyama Abdullah Ocalan parve kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan ku di hevdîtinê de cih girtibû, têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
‘Bi gelecan û moral bû’
Pervîn Buldan, da zanîn ku hevdîtinê duh saet di 10.00’ê de dest pê kiriye û saet di 13.00’ê de bi dawî bûye. Pervîn Buldan, got ku piştî 10 salan cara ewil e bi Abdullah Ocalan re hevdîtina rû bi rû dikin û wiha got: “Min jê re got; ‘Pir kêfxweş bûm ku piştî 10 salan we careke din we dibînim.’ Min wisa dest pê kir. Pir bicoş û bi kelecan bû. Moralê wî pir xweş bû. Bi kelecaneke mezin li benda destpêkirina hevdîtinê bû. Em çawa ketin hundir, me silav da û yekser dest bi hevdîtinê kir.”
Pervîn Buldan destnîşan kir ku haya Abdullah Ocalan ji hevdîtinê hebûye û got: “Em çawa rûniştin ser maseyê, birêz Ocalan got; ‘Ez ê demildest derbasî mijarê bibim’ û piştre jî dest bi nirxandinan kir.”
‘Ocalan xwest em bi hemû partiyan re hevdîtinê bikin’
Pervîn Buldan, wiha domand: “Xwest em bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin. Xwest hemû kes piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Lewma jî ji min û Sirri Sureyya Onder re got; ‘Hûn dikarin Ahmet Turk jî bigrin cem xwe. Hûn her sê divê di demeke herî kin de hevdîtinên xwe bikin. MHP jî di nav de, bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin, hevdîtina we bi min re kiriye, nêzikatiya min a li hemberî vê pêvajoyê û bendewariyên min bi wan re parve bikin.’ Em ê piştî sersalê ji bo hevdîtinê randevuyê ji serokên giştî yên partiyan bixwazin û hevdîtinên xwe bikin.”
Pervîn Buldan, da zanîn ku dê careke din bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo pirsa “Ji bo hevdîtina duyemîn tu temînat dane we?” jî got: “Erê.”