Pervîn Buldan: Dengek gelek tiştan diguherîne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bang li kesên dibêjin ‘ez ê dengê xwe nedim û tiştek ji dengekî nabe’ kir û got: “Dengek qedera civakekê diguherîne. Lewma ji kerema xwe bila her kes biçe dengê xwe bide.”

Stenbol – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Dibistana Seretayî ya Metîn Koluk a li navçeya Bakirkoy a Stenbolê dengê xwe da. Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û gelek partiyî jî bi Buldan re bûn.  

‘Me tu caran hêviya xwe wenda nekir’

Piştî dengdayînê, Pervîn Buldan li pêşiya dibistanê axaftineke kurt kir û got: “Hêvîdarim ku encama îro tê bidestxistin bibe wesîleya demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştî, refah û aramiyê.” Pervîn Buldan bal kişand ku gelên Tirkiyeyê ji bo bêhnekî bistînin gelek hewl dan û wiha got:

“Îro rojeke girîng e. Belkî jî rojeke dîrokî ye. Me her tim hêviya xwe ya guherîna qedera xwe ya di vê roja dîrokî de winda nekir. Hêviyeke mezin heye. Banga min ji bo her kesên dibêjin ‘ez ê dengê xwe nedim û tiştek ji dengekî nabe’ ev e; dengek gelek tiştan diguherîne. Dengek qedera welatekî diguherîne. Dengek qedera civakekê diguherîne. Lewma ji kerema xwe bila her kes biçe dengê xwe bide. Encama ku em îşev bi dest dixin teqez dê bibe wesîleya guherîna qedera vî welatî.”