Pelîn Zozan di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da

Koordînasyona PAJK'ê ragihand ku Pelîn Zozan di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona PAJK'ê ragihand ku Pelîn Zozan 27'ê Çileya 2025'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da. 

Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê wiha hat gotin: "Hevrêya me Pelîn Zozan ku yek ji van hevrêyên me bû, di 27'ê Çileya 2025'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Di meşa xwe ya milîtaniyê ya 23 salan de bi îdîa, werekî û sekna xwe ya şênber pêşengî kir. Di serî de malbata hevrêya me Pelîn Zozan em sersaxiyê ji jinan hemûyan û gelê xwe re dixwazin. Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hev rê Pelîn em ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibînin ku cîhanekê biafirînin ku jin û gel lê azad bin.

Hevrêya me Pelîn sala 1981'ê li Wanê li nava malbateke welatparêz a ji 5 zarokan weke keça yekane ji dayik bû. Ji malbateke welatparêz bû ku bi eslê xwe ji Bedlîs-Xîzanê ye. Hevrêya me Pelîn ku ji zarokatiya xwe ve tevgera azadiyê nas dikir û xwedî hişmendiyeke kûr a neteweyî bû, taybetmendiyên wê yên Kurdistanî kir ku li hemberî mêtingerî û zilma li Kurdistanê helwestê nîşan bide. Hevala Pelîn ji salên xwendina lîseyê û pê ve bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû û meşa xwe ya şoreşgerî bi biryara milîtaniyê ya sala 2001'ê bêhtir şênber kir. Li gel birayê xwe Azad Serbilind bû yek ji milîtanên pêşeng û kadroyên bijarte yên têkoşîna azadiyê."