Helebçe bû bajar

Serokkomarê Iraqê qanûna ku Helebçeyê dike bajar îmze kir.

Navenda Nûçeyan – Qanûna ku ji bo Helebce yê li Başurê Kurdistanê bibe parêzgeh, ji aliyê Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ve hat îmzekirin. Qanûn piştî şandina wê bo Wezareta Dadê, dê di Rojnameya Fermî ya Iraqê de were weşandin. Li gorî vê fermanê, piştî weşandina wê di Rojnameya Fermî de di 5’ê Gulana 2025’an de, Helebce dê bibe 19’emîn parêzgeha Iraqê.

Pêşnûmeya qanûnê di 14’ê Nîsanê de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatibû pejirandin.