Dulce Maria: Jinan li Rojava rêxistinbûnek girîng ava kirine
Ducle Maria ya ji gelên xwecihî yên li Abya Yala Emrîkaya Latîn e, têkildarî serdana xwe ya yekem a li Rojava destnîşan kir ku li vir jinan rêxistinbûnek girîng ava kirine û got “Ez vê rêxistinbûna girîng bi rêzdarî silav dikim.”

SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Dulce Maria a ji Ciudad de Mexicoyê ye, li Abya Yala ango Emrîkaya Latîn wek şîfakareke kevneşop a ji gelekî xwecihî yê bi navê “indigenas” dixebite. Li ser vexwendina Kongra Star, yekem car derbasî Rojava bû. Dulce Maria her wiha li sazî û dezgehên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî geriya. Dulce Maria xwest ku jinên ku şoreş pêk anîne ji nêz ve bibîne, çawaniya avakirina pergalê guhdarî bike, jê tecrûbe bigre da ku veguhêzîne welatê xwe.
Dulce Maria ji ajansa me re li ser girîngiya têkoşîna jinan a li dijî tundiya ku hişmendiya baviksalar û dagirkerî wê birêve dibe, axivî.
‘Tundiya li ser jinê ya jiyanê ava dike bênavber e’
Dulce Maria di destpêka axaftina xwe de got ku pêwîst e yek jinek jî, rastî tundiyê neyê ji ber ku jin jiyanê ava dike û bi tendurist dike. Dulce Maria destnîşan kir ku her wiha yên ku ewlehiya malan mîsoger dikin û parastina herêma xwe dikin jin in û wiha berdewam kir: “Ez di vê baweriyê de me ku ti jinek di bin tundiyê de nejî, ne di zarokatiyê de ne jî di temenek mezin de. Divê tundî di nav malan û nava sîstema dewleta dagirker de cîh negire. Em di ferqa sîstema kapîtalîst ya baviksalar de ne ku em tê de jiyan dikin, sîstemek wiha ye ku di her demê de jinê hedef digre û êrîş dike. Tundiya sîstema kapîtalîst a baviksalar bênavber e, di ti kêliyê de jî valatî çênabe.”
Dayîk li zarokên xwe yên hatine wendakirin digerin
Dulce Maria got ku jin ji bo xwedî li xwe derkevin û xizmetê ji xwere bikin nehatine perwerdekirin û di vê çarçoveyê de jî binpêkirin û sûcên ku li dijî jinên Mexico ji aliyê dewletê de çêdibin bibîr xist. Dulce Maria wiha got: “Em wisa hatin perwerdekirin ku, divê jin her tim ji bo zilaman xizmet bikin. Em ji bo em xizmeta xwe bikin û xwedî li xwe derkevin nehatin perwerdekirin. Bi taybetî ez dixwazim tiştekî bêjim. Li Mexicoyê tiştekî pir tirsnak tê jiyîn. Gelek keçik û jinên ciwan wenda ne, hatine revandin. Ev ji bo firotina mirovan yan jî ji bo fuhuşê bikin û wekî din organên wan derdixin û her wiha ji bo belavkirina madeyen hişbir, tên bikaranîn. Jin wek objeyek, wek materyalek tê dîtin û ew tiştekî pir tirsnak e ku di welatê xwe de em dijîn. Hikûmet jî naxwaze vê rastiya heyî qebûl bike û berpirsariya xwe ranake. Niha jinên bi heybet hene, ew jin dayîkên ku di çol û çiyayan, daristanan û li sergoyan li zarokên xwe, qurbaniyên dewletê ku hatin wendakirin, digerin. Ew jin, tunditiya mezin a ku di Mexico de em dijîn, nîşan didin. Lê hikûmeta Mexico vê rastiyê qebûl nake.”
Girîngiya têkoşîneke enternasyonalîstî û bilindkirina dengê serhildanên jinan
Dulce Maria destnîşan kir hêza ku civaka sivîl tenê dikare bi awayekî kolektîf berxwedanek mezin raber bike. Dulce Maria bi van gotinan bal kişand ser pergala ku jinan di Şoreşa Jinê ya li Rojava ava kiriye: “Ji ber vê yekê ez vê rêxistinbûna jinê ku li Rojava azadî û îradeyek mezin ava dike, bi rêzdarî silav dikim. Pir girîng e ku em dengê hemû jinan bînin gel hev û dengê serhildanê bilind bikin. Pir girîng e ku jinên dinyayê ji bo ku azad bibin xwe birêxistin bikin. Dibe hinek di astekî bilind û hinek di astekî kêmtir lê girîng de ku em fêm bikin ku azadiya jinê dikare dinya giştî bide guhertin. Her wiha dikare bi jinê re guhertinek enternasyonal di têkoşîna jiyanê û parastinê de bide avakirin. Têkoşîna me ji bo jiyanê ye, ji bo mirovahiyê ye, em ji axa xwe hez dikin û xwe wek zarokên axa xwe dihesibînin. Em dizanin ku em tenê derbasî Rojava bûn, lê em fêm dikin ku hebûna me dikare guhertinekî bîne.”
Spasiya ji bo vexwendinê
Dulce Maria ji bo vexwendinê spasiya Kongra Star kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em spasiya hemû kesên ku me vexwendine ji bo em têkoşîna vê derê nas bikin û ji bo em bikaribin bi awayekî kolektîf rêyekî ava bikin, dikin. Em hêvîdar in ku ne tenê jinên Amerikaya Latîn, jinên hemû dinyayê bikaribin azad û serhildêr bin.”