Operasyona zewaca zarokan: Zêdetirî 2 hezar kes hate girtin

Li eyaleta Assam ya girêdayî Hîndîstanê li hemberî kesên zarokên keç bi darê dizewicînin an jî bi darê zorê bi zarokên keç re dizewicin operasyon hate destpêkirin. Di oprerasyonê de zêdetirî 2 hezar kes hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Li Bakur û Rojhilatê eyaleta Assamê ya girêdayî Hîndîstanê kesên zarokên keç bi darê dizewicînin an jî bi darê zorê bi zarokên keç re dizewicin oprerasyonek berfireh hate destpêkirin. Hat diyarkirin ku di operasyona du hefte hatibû plankirin û duh destpêkir 2 hezar û 44 kes hatiye girtin.

Serokê eyaleta Assamê Himanta Biswa Sarma ji bo piştgirî bidin operasyonê bang li gel kir. Himanta Biswa Sarma da diyarkirin ku li eyaletê zêdetirî 4 hezar zarokên keç bi emrekî pir bûçûk de hatine zewicandin û ji heşt jinan yekî di bi 18 saliya xwe de neçar mane zarok bînin dinê û ev jî mirina dayik û pitikan zêde dike.

‘Di nav kesên ku hatin girtin de rahîp jî hene’

Mudurê Emniyeta Eyaletê GP Singh destnîşan kir ku di roja yekem de 2 hezar û 44 kes hatiye girtin. Singh ragihand ku di nav girtiyan de 52 rahîp, karbidestên herêmî yên ku destûrê didin zewacê jî hene û tekez kir ku temenê keçên ku dizewicin daketiye 12 salî. Singh ragihand ku di destê wan de bi tevahî 4 hezar û 74 dozên ku têne lêkolîn kirin hene.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, tê texmînkirin ku li Hîndîstanê bi giştî hejmara zarokên ku bi darê zorê hatine zewicandin 220 milyon e.