Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 305

Hejmara kesên ku di êrişên artêşa Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 305.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustî ya Filistinê ya li Xezayê derbarê êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê daxuyaniyek niviskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrişên artêşa Îsraîlê yê 24 seatên dawiyê li ser Zîvala Xezayê pêk anî de 43 Filistiniyên din jiyana xwe ji dest dan û 64 Filistinî birîndar bûn.

Hat zanîn ku hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yê ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Zîvala Xezayê didome de jiyana xwe ji dest dan bûye 34 hezar û 305 û hejmara birîndaran jî bûye 77 hezar û 293. Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku di bin kavilan de û li kêleka rê hê jî cenaze hene.