Ji jinan banga 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve

Rêxistinên jinan, bang li hemû jinan kirin ku di 1’ê Gulanê de bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve” biherikin Qada Taksîmê û wiha gotin: “Em ê li qadên 1’ê Gulanê de ji bo ked, beden û nasnameya xwe, israra ji bo azadiyê mezin bikin.”

Stenbol – Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Dema Jinê ye û Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) li Navenda Giştî ya HDK’ê ya li Beyogluya Stenbolê têkildarî 1’ê Gulanê daxuyanî dan. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve” hatibû daliqandin.

‘Ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî ez jinan vedixwînim qadên 1’ê Gulanê’

Di daxuyaniyê de ji pêşî Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axivî û got ku dê 1’ê Gulana îsal bi coş û biryardariyeke mezin pêşwazî bikin. Esengul Demîr, diyar kir ku sermaye herî zêde xwe li ser keda jinan mezin dike û wiha got: “Îqtîdara Tirkiyeyê ku darazê jî daye gel xwe, li ser bedenan jinan, li ser azadiya jinan qadê li jinan teng dike û kedxwariya xwe li ser keda jinan mezin dike. Ji bo keda me zêdetir neyê xwarin û ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî ez hemû jinan vedixwînim qadên 1’ê Gulanê.”

'Em ê li dijî kedxwariyê li qadan bin’

Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan jî got ku dê bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê li qadan bin. Dîlek Başalan, kedxwariya li dijî jinan bi bîr xist û got ku dê di 1’ê Gulanê de li dijî hemû patronan li qadan bin. Dîlek Başalan, anî ziman ku dê li dijî kedxwariyê û newekheviya zayendan li qadan bin û banga tevlibûnê li jinan kir.

Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal jî pirsgirêkên jinên penaber û koçber dijîn vegot, banga têkoşîna yekbûyî ya li dijî van pirsgirêkan û piştevaniya bi jinên penaber re kir.

‘Em ê 1’ê Gulanê bi armanca azadkirina qad û kedê pêşwazî bikin’

Herî dawî jî aktivîsta TJA’yê Xecê Başkale axivî û wiha got: “Li dijî sepanên qedexekar, em 1’ê Gulanê bi armanca azadkirina qad û kedê pêşwazî bikin. Tevî zext û êrişan jî me di 8’ê Adarê û Newrozê de daxwaza xwe ya azadiyê anî ziman. Em ê li qadên 1’ê Gulanê de jî ji bo ked, beden û nasnameya xwe, israra xwe ya azadiyê bidomînin.

‘Em ê ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya li dijî tecrîdê li qadan têbikoşin’

Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya li dijî tecrîdê em ê li qadan têbikoşin. Em berxwedana Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê de, Dayikên Şemiyê yên Qada Galatasarayê bidomînin, Emîne Şenyaşar a bi tena serê xwe li dijî bêedaletiyê têdikoşe silav dikin. Di heman demê de jinên li girtîgehan tevî her derhiqûqiyan jî li ber xwe didin silav dikin. Bi vê sozê em ê li qadên 1’ê Gulanê bin.”