NY’ê li ser xeterên bermahiyên şer li ser sivîlên Efganistanê hişyarî kir
Bermahiyên şer û yên neteqiyayî jiyana zarokan li Efganistanê dixin metirsiyê û dibin sedema mirin û astengdariya wan.
avenda Nûçeyan – Netewên Yekbûyî der barê metirsiya bermahiyên teqemenî yên şer li ser jiyana sivîlan hişyarî kir û diyar kir ku li herêmên berfireh ên Efganistanê gelek bermahiyên neteqiyayî hene.
Hişyariya Netewên Yekbûyî, bi daneyên berê yên rêxistina "Zarokan Biparêzin" (Save the Children) hemdem hat dayîn. Hatibû belgekirin ku di navbera Cotmeha 2025 û Cotmeha 2026'an de herî kêm 338 zarok ji ber teqîna mayînên erdî û guleyên neteqiyayî jiyana xwe ji dest dane yan jî astengdar bûne.
Di çarçoveya hewldanên li ser erdê de, rêxistinên navnetewî paqijkirina zêdetirî 72 hezar metre çargoşe ji axa gemarî ya herdu eyaletên Qunduz û Bexlanê hatine kirin ragihand. Ev gava ku di çarçoveya projeyeke ji hêla Sindoqa Taybet a Netewên Yekbûyî ya ji bo Efganistanê tê fînansekirin de hat cîbicîkirin, ku bal kişand ser organîzekirina kampanyayên hişyarkirinê ji bo malbatan da ku xeterên teqemeniyan û riyên parastina ji wan bidin nasîn.