Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 64’an de didome

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê di roja 64’emîn de berdewam dike. Meclısa Jinan a DEM Partiyê û parêzerên Hiqûqa Civakî çûn serdana wê.

Enqere-Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 64’yan de berdewam kir. Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û parêzerên Hiqûqê ya Civakî çûn serdana Emîne Şenyaşar.

 

Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivî û da zanîn ku wê sibê ji bo bikaranîna dengê xwe yê ji bo hilbijartina 31’ê Adarê biçe Pirsûsê û roja duşemê çalakiya xwe ji nû ve bidomîne. Şenyaşarê da xuyakirin ku heta kurê wê neyê berdan wê çalakiyê bidomîne.

Emîne Şenyaşar piştî fitarê ji ber wezaretê çû.