Nobeta edaletê di roja 522’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 522’emîn a nobeta xwe ya edaletê de careke din bang li rayedaran kir.

Riha – Nobeta Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevser û dû kurên wê hat qetilkirin û Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 522'an de didome.

Dayik û kurê xwe di saetên sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kirin.

Malbata Şenyaşar pankarta "Ji bo her kesî edalet" ku wêneyên xizmên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û pankarta "Ji bo jiyaneke bi rûmet 522 roj in em li benda edaletê ne" li ser bendavan daliqandin.

“Edalet pêk nayê”

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya civakî hesabên Walîtiya Rihayê etîket kirin û vê pêyamê parve kirin: “Roj derbas dibin, meh derbas dibin, sal di ser re derbas dibin… Edaleta ku civak li bendê ye dernakeve. Dema ku yê komkujiyê pêk tîne dibe alîgir, mirov nikare li edliyê muxalabek bibîne!"