Nobeta edaletê di roja 498’an de didome

Emîne Şenyaşar 498 roj in nobeta edaletê digre, bang li rayedaran dike û li bendê ye ku daxwazên wê werin bi cih anîn.

Navenda Nûçeyan - Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta ku kujer bên darizandin û girtin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Malbaya Şenyaşar di roja 498’emîn a çalakiya xwe de hatin ber deriyê edliyê û dest bi çalakiya xwe kirin. 

Malbata Şenyaşar li ser hsabên xwe yê medya dîjîtal vê pêyamê ragihand: “Li Rihayê heqaret ji qetilkirinê bêhtir mîna sûc tê dîtin. li nexweşxaneyê komkujiyek çêbuye 4 sal in biryara veşartîbûnê berdewam dike. Bi hincet nîşandana lorîkên dayikê hejmara dozên ku hatine vekirin bû 5’an. Li Rihayê gel şahidê vê zilmê ye.”