Kesûkarên qûrbaniyên kimyabarana Helepce daxwaza mafê xwe kirin

Kabîneya 9’emîn ya hikumeta herêma Kurdistanê di bin navê nûsaziyê de, biryara qûtkirina muçeyê zêde yê qûrbaniyên kimyabaran Helepce da. Kesûkarên qûrbaniyan behsa wê yekê kirin ku ji ber birîna muçeyan, perê heyî têra dermanan nake.

Helepce – Duho li hola Mîr a li Helepçe kesûkarê qûrbaniyên çekê kimyewî derbarê mafê xwe û birîna muçe û carek din dayîna muçeyê berê de kombûnek berfireh li darxistin.

Berketiya çekê kimyewî Kejal Ehmed ji ajansa mere axivî û daxwaz ji hikumetê kir li yasaya nukirinê temaşe bike ji ber ew muçeyê ku jê re hatiye diyarkirin tenê têra dermanan dike ger ew jî were birîn wê li Helepçe karesat çêbibe û wiha got: “Muçeyê me yê taybet heye, lê belê em li ser hesabê xwe diçin welatê Îranê ji bo derman û tedawî. Ger hikumet ne xwedî helwest be emê li rêyên din bigerin.”

Yek ji kesûkara qûrbaniyên çekê kimyewî Razaw Meqsûd daxwaz kir ku demildest aliyên peywendîdar werin ser xetê û wiha got: “Divê demildest aliyên peywendîdar werin ser xetê. Ji ber ev 30 sal e îdare dikin êdî îdare nayê kirin, pêwîst nake muçeyê me were birîn. Heta ku em mafê xwe bi dest nexin em nasekinin, piraniya nexweşan pêwîstiya wan bi derman û tedawiyê heye.”

Di daxuyaniya çapemeniyê de serokê komeleya qûrbaniyên kimyabarana Helepce Loqman Abdulqadir daxwaz ji hikumet û parlementoyê kir ku çareseriyekê ji pirsgirêkan re bibînin û li rêyên nû bigerin.

Di dema kabîneya 9’ê ya hikumeta herêma Kurdistanê di bin navê nukirinê de yek ji biryarên wana birîna muçeyê zêde ye. Kesûkarê qûrbaniyan dan diyarkirin ku biryar e ku vî muçeyî bibirin divê ev muçe di demek diyar de were vegerandin.