Li Xezayê şonoyek li ser pirsgirêkên civakî hat pêşandan
Li Xezayê şonoyek li ser pirsgirêkên civakî yên girîng ji aliyê Weqfa Eyam El-Mesreh hat pêşandan.
NAGHAM KARAJEH
Xeza - Weqfa Eyam El-Mesreh di bin navê "El-Remadiyûn" de xebateke şanoyê li dar xist ku pirsgirêkên civaka Filistînê bi komên cuda yên civakê re nîqaş kir.
Yek ji beşdarên şanoyê Diyana El-Eyûbî wiha got: "Ez beşdarî gelek berhemên dramatîk bûme, lê ev xebat cuda ye, ji ber ku şanoya El-Remadiyûn li ser mijarên civakî yên girîng e. Di şanoyê de li ser adet, kevneşopî, bîranîn, guherbarên jiyana rojane û têgîna mirovahiyê nîqaş hatin kirin. Rola min di şanoyê de wek sekreterek ku bi temenê xwe 60 salî bû, berpirsa kedkaran bû, lê ew tenê fermanên bilind bi cih tîne û nikare nêrîna xwe ya kesane an jî li hember ti mijarê bide. Jina têkoşer a bi sebir barê jiyanê bi hemû pîvanan hildigire. Hebûna jinan di nava civakê de gelekî girîng e, ji ber ku ji bo pêşdebirina wê gelek xebatan dimeşînin."
Lîstikvan Lîna El-Estel got ku ev şano ji bo ku bi şêwaza ku tê xwestin derkeve holê kedeke mezin girt, ji ber ku pirsgirêkên civakê simule dikir û wiha pê de çû: "Rola jinên Filistînî di şanoyê de girîng û hêjayî gotinê ye û me karî balê bikşînin ser mijarên ku ew êşê jê dikişînin."