Nobeta Edaletê di roja 398’an de ye: Zilma herî mezin edaleta derengmayî ye

Emîne Şenyaşar û kûrê wê Ferît Şenyaşar ên di roja 398’an de têkoşîna edaletê dimeşînin gotin ‘Li Rihayê bêedaletiyek mezin heye. Zilma herî mezin edaleta derengmayî ye’.

Riha – Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 397’an de berdewam dike. Malbatê ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn û Serokkomar Erdogan etîket kir û vê peyam parve kir: “Zêde hewcehî bi gotinê tune ye! Li Rihayê bêedaletiyek mezin heye û zilma herî mezin edaleta derengmayî ye.”