Li dijî dorpêça li ser taxa Şêx Meqsûd daxuyanî
Li dijî dorpêça girankirî ya li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Mecilîsa giştî ya taxê daxuyanî dan.
Heleb - Zêdetirî mihekê ye li ser taxên şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji aliyê Hukimeta Şamê ve dorpêçek giran tê meşandin û nahêlin pêdiviyên jiyanî û sereke derbasî taxê bibe. Li dijî vê yekê Mecilîsa giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daxuyanî dan. Bi hezaran şêniyên taxê, endamên sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî û rûsipiyên taxê di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyaniya li hola şehîdan a ku dikeve taxa Şêx Meqsûda xerbî hat dayîn ji aliyê Endama komingeha olan a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Ebdurehman Xezo ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû: “Sûriyê bi giştî di aloziyeke aborî dijwar re derbas dibe, taybet jî bajarê Helebê. Kel û pelên jiyanê gelek buha bûne. Ev jî dibe sedem ku gelê Helebê û giştî Sûriyê bi zehmetî pêdiviyên xwe peyda biki. Bi taybet em ketin meha pîroz miha ku divê hemû li hev meyze bike û alîkar bin. Tev van tiştên ku Sûriyê bi giştî derbas dibe em dibînin îro tîma çaremîn ya girêdayî Hukimeta Şamê ji 13’ê Adara 2022’an ve li ser taxên Şêx Meqsû û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dorpêçeke herî giran didin meşandin. Nahêlin pêdiviyên jiyanê yên sereke yên weke ard, derman û mazit têkevin taxê. Tiştên tên jî bi kîloyan û bi zehmetî derbas dibin. Li gel vê yekê jî dema ku gel derbasî aliyê wan dibin ji bo ku pêwîstiyên xwe pêk bînin li ser bendên komtirolê gelek astengiyan ji wan re derdixin bi hiceta diqetkirina nasnameyan. Ev jî dibe sedem ku jiyana bi sedhezaran şêniyê vê taxê têkeve nava tehlukeyeke mezin. Bi navê gelê taxa Şêx meqsûd û Eşrefiyê yê bajarê helebê em dubere van kiriyar û siyaseta birçîbûnê red dikin. Em careke di tekez dikin ku em ê girêdana bi rêveberiya xwe, berxwedana gelê xwe û şehîdên xwe yên ku ji bo jiyaneke azad û wekhev ji bo parastina van herêman jiyana xwe ji dest dan re bihêz bikin. Em bang li peyîwendîdaran dikin ku dorpêç li ser taxên Şêx meqsûd û Eşrefiyê bêrakirin û bihêlin gel bi serbestî tevbbigerin û pêdiviyên jiyanê derbasî taxê bibin. Di heman demê de jî em dixwezin tîma çaremîn li ser benden kontrolê bê rakirin ji ber ku pir kiriyarên dijî mirovî li ser welatiyan didin meşandin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana taxa Şêx Meqsûd” bi dawî bû.